Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn 2025-07-03 21:00:45   AMED – TJA û MEBYA-DER’ê di brenameya pêk anîn e Sema Yuce û Zeynep Kinaci bibîr anîn.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştevanî û alîkariya Malbatên Xizmên xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), Zeynep Kinaci(Zîlan) û Sema Yuce (Serhildan-Leyla) bibîr anîn. Bîranîn li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Peyasê pêk hat. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevli bernameyê bûn.   Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktek di bîranînê de axivî û  da anîn ku Zeynep Kinaci û Sema Yuca li dijî êrîşên serdestiya mêr bûne paradîgma. Gurbet Sevîktek daxuyakirin ku di vê pêvajoyê de wê di riya ronî de berbi serkeftinê bimeşin.    Piştre nameyên Zeynep Kinaci û Sema Yuce yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsîbûn hatin xwendin. Bername bi stranan bidawî bû.