Li Ûrmiyeyê jinek hat qetilkirin 2025-06-30 11:17:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ûrmiyeyê jinek werzîşvan ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.   Li gorî medya Îranê, jinek werzîşvan ya bi navê Solmaz Ebasî (24) li bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, li ofîsa parêzeran ya bajêr ji aliyê hevserê xwe ve hatiye qetilkirin.   Hate gotin ku hevserê Solmazê bi kêrê êrişî wê kiriye û bi giranî birîndar bûye. Piştî demek kurt ji ber rgiraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest daye.   Derbarê sedema bûyerê de ti agahî nehatin belavkirin, tê gotin lêkolîn hatiye desptêkirin.   Hêjayî gotinê di meha Gulana îsal 10 jin li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin û 9 jin jî bi neçarî dawî li jiyana xwe anîne.   Sala borî jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 158 jin hatibûn qetilkirin.