‘Ji bo jinên rojnameger xwe azad hîs bikin ev pêşbirk girîng e’ 2025-06-23 09:03:37   Gulistan Gulmuş   AMED - Seroka MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku ji bo pêşketina rojnamegeriyê û teşwîqkirina di vê qadê de jî 1’emîn Xelatên Rojnmegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz jî girîng e û got:”Ji bo jinên rojnameger bêtir xwe azad hîs bikin û di qada rojnamegeriyê de hîn bêhtir bixebitin jî ev pêşbirk girîng e.”    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) 1’emîn Xelatên Rojnmegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz li dar dixe. Serlêdanan di 17’ê Hezîranê de dest pê kirin û wê di 28’ê Îlonê de jî bi dawî bibin.    Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna têkildarî girîngiya pîşeya rojnamegeriyê, armanc û sedema lidarxistina pêşbirkê nirxandin kir û banga tevlîbûna pêşbirkê kir. Roza Metîna wiha got:” Jixwe di vê pêvajoyê de pêdiviya me jî ji îradeyeke xurt û hevpar heye. Loma ji bo jinên kurd îradeya xwe hîn bêhtir xurt bikin û bi îradeya xwe derkevin pêş, pêşbirkên bi vî rengî  gelekî girîng in.”   ‘Ji bo jin xwe azad hîs bikin ev pêşbirk girîng e’   Roza Metîna di destpêkê de bal bir ser armanca û sedemên lidarxistina 1’emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz û wiha got:”Pîşeya rojnamegeriyê gelekî girîng e. Bandoreke girîng li ser tevger û pêşketina civakê dike. Di rola rojnamegeriyê de hişyarkirina civakê jî heye. Ji ber ku pîşeya rojnamegeriyê gelekî girîg e ji bo pêşketina rojnamegeriyê û teşwîqkirina di vê qadê de jî 1’emîn Xelatên Rojnmegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz jî girîng e. Ji bo jinên rojnameger bêtir xwe azad hîs bikin û di qada rojnamegeriyê de hîn bêhtir bixebitin jî ev pêşbirk girîng e.”    ‘Jinên rojnameger bi kelecan in’    Roza Metîna bi lêv kir ku ji bo derketina pêş a tecrubeya jinên rojnameger 1’emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz girîng e û wiha pê de çû:”Piştî me ragihandina destpêkirina serlêdanên ji bo pêşbirkê kir şûnde jinên rojnameger li me geriyan. Ji me pirs kirin û digotin, ‘Em ji bo vê pêşbirkê gelekî bi kelecan in, em ê jî bi nûçe, wêne û vîdeyoên xwe, tevli vê pêşbirkê bibin’. Vê yekê jî em kêfxweş kirin. Bêtir hêzê jî dide me. Ji bo jinên rojnamger ew hêza wan derkeve pêş, ji bo tecrubeya wan a di qada pîşeya wan de derkeve pêş jî me xwest em pêşbirkeke wiha li dar bixe.”    ‘Gurbellî Ersoz ji me re mîrateyeke giranbiha hişt’    Roza Metîna da zanîn di heman demê de ji bo ew xwedî li mîrateya Gurbetellî Ersoz derkevin jî wan dest bi lidarxistana pêşbirkeke bi vî rengî kirine û wiha dewam kir:”Di heman demê de ji bo bîranîna jinên rojnameger ên jiyana xwe ji dest dane jî em vê pêşbirkê li dar dixin. Gurbetellî Ersoz li Tirkiyeyê yekemîn gerînendeya weşana giştî ye. Loma cihê Gurbetellî Ersoz ji bo me girîng e. Mîrateyeke bi nirx ji me re hişt. Ji bo em xwedî li mîrateya Gurbetellî Ersoz derkevin me dest bi pêşbirkeke wiha kir. Di 17’ê Hezîranê de me destpêkirina serlêdanên ji bo pêşbirkê li ser malpera Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) hem bi kurdî hem bi tirkî ragihand. Serlêdanan di 17’ê Hezîranê de dest pê kirin wê di 28’ê Îlonê de jî bi dawî bibe. Jinên rojnameger dikarin ji çar beşan tevli vê pêşbirkê bibin. Jinên rojnameger dikarin bi nûçeyên kurdî, tirkî û bi nûçeyên vîdeo-wêne tevli pêşbirkê bibin.”    ‘Pêşbirk li dij êrişan bersiv e’    Roza Metîna diyar kir ku pêşbirk di heman demê de bersiveke li dijî êrişên sistematîk ên li dij rojnamegeran e jî û wiha dewam kir:”Ji bo jinên rojnameger li dijî zihniyeta yekperest baweriya xwe pêş bixe jî pêşbirkên bi vî rengî girîng in. Ji bo bersiva li dijî êrişan jî girîng e. Ji ber li çar aliyên Kurdistanê û li Tirkiyeyê rojnameger di bin zext û zordestiyan de ne. Di bin şert û mercên giran de karê xwe dikin. Loma jî em dikarin bibêjin Pêşbirka 1’emîn a Xelatên Rojnmageriyê ya Jinan a Gurbetellî Ersoz li dijî zextên sîstematîk wekî bersivekê ye. Ez bawer im ev bersiv wê belav bibe û wê jinên rojnameger jî bi tevlibûneke xurt xwedî li vê pêşbirkê derkevin.”    Banga tevlîbûnê   Roza Metîna banga tevlibûna ji bo pêşbirkê kir û wiha got: ”Em dixwazin hemû jinên rojnameger berê xwe bidin Pêşbirka 1’emîn a Xelatên Rojnmageriyê ya Jinan a Gurbetellî Ersoz û hêzê bidin hev. Çimkî wexta ku pêşbirkên bi vî rengî bên lidarxistin û jinên rojnameger hêzê bidin hev wê demê rêxistinbûyina wan jî xurt dibe. Jixwe yek ji sedem û armanca vê pêşbirkê jê ew e ku jinên rojnameger rêxistinbûyina xwe xurt bikin. Ji ber niha pêvajoyeke hem girîng hem dijwar heye, di vê pêvajoyê de rihê rêxistinbûyinê û rihê yekîtiyê gelekî girîng e. Ji bo rihê yekîtî û rêxistinbûyinê pêşbirkên bi vî rengî girîng in.”   ‘Pêşbirk bi kedeke kolektîf hat lidarxistin’   Roza Metîna bal bir ser keda hevpar a jinên rojnameger û wiha bi dawî kir:”Ev pêşbirk bi kedeke kolektîf hat lidarxistin. Divê em vê yekê jî ji bîr nekin. Yanî jinên rojnameger bi piştevaniyeke xurt hatin gel hev û bi hev re organizasyona vê pêşbirkê kirin. Ev rihê hevpar jî ez bawer im wê bandoreke erênî li ser hemû jinên rojnameger bike. Ew ê ji jinên rojnameger ên cîhanê jî bibe mînakek. Loma armanca pêşxistina keda kolektîf jî ji bo me girîng e. Loma dîsa em dibêjin bila hemû jinên rojnameger xwedî li vê pêşbirkê derkevin. Wê hêz û îradeya xwe li vir  bînin ziman. Di heman demê de jî di organîzekirina vê pêşbirkê de îradeyeke azad, hevpar û xurt a jinên rojnameger jî derket holê. Jixwe di vê pêvajoyê de pêdiviya me jî ji îradeyeke xurt û hevpar heye. Loma ji bo jinên kurd îradeya xwe hîn bêhtir xurt bikin û bi îradeya xwe derkevin pêş, pêşbirkên bi vî rengî  gelekî girîng in.”