Xebatên jinan ên şaredariya Payîzava 2025-06-22 09:02:10   Memîhan  Zeydan   WAN - Endama Meclîsa Şaredariya Payîzava Herdem Acar der barê xebatên şaredariya Payîzava yên piştî qeyûman kirine de axivî û got: “Dema em hatin hemû saziyên der barê jinan de hatibûn girtin. Projeya me ji aliyê qeyûm ve hatibû betalkirin.”   Şaredariya Payîzava ya Wanê piştî hilbijartinên 2024’an şûnde ji qeyûman hat girtin.  Şaredariya DEM Partî ya Payîzava çaw hat dest bi xebatên xwe kir û bi taybet jî yên jinan. Tevî hemû astengiyên qeyûman, şaredariyê derfetên xwe bikar anî û projeyên xwe yek bi yek dike jiyanê.   Endama meclîsa şaredariya Payîzava Herdem Acar der barê xebatên salek û nîvê de axivî.   ‘Dema em hatin saziyên der barê jinan de hatibûn girtin’   Herdem Acar daxuyakirin ku salek û nîve li ser rêveberiyê ne û berê qeyûman şaredarî bi rêve dibir û wiha anî ziman: “Dema em hatin hemû saziyên jinan hatibûn girtin. Hemû avahî ji midûriyeta tenduristî û perwerdê re hatibûn tahsîskirin. Mala bîhnvedanê ya ku me vekiribû ji midûriyeta çandê re hatibû tahsîskirin. Me ewpeyaman bi midûriyeta çandê re betal kir û me avahî xist bin bana xwe. Me maa bîhndanê vekir. Her roj 10 jin bi rêk û pêk diçin mala bîhndanê.  Li zarokên xwe dimijînin, çay vedixwin, dema li bendê serwîsên gund dimînin bîhna xwe digirin. Jin gelek erênî dibînin.”   ‘Em hewl didin xwe bigihînin zêdetir jinan’   Herdem Acar balkişand ser hemû bernameyên çandî yên şaredariyê û wiha bi lêv kir: “Sala borî û îsal me du şahiyên zarokan pêk anîn. Hewcedariya jin û zarokan bi bernameyên wisa hene. Ji roja em hatin heta niha me xwe gîhan 500 jinan û me semînerên tenduristî û zayenda civakî dan. Em dixwazin van xebatan pêş bixînin û xwe bigihînin zêdetir jinan. Ligel vê bîstanê bajar yê jinan yê du donimî heye. Em demek nêz de vekirina wêbikin. Em ê navenda jiyana jinê ji nûve vebikin.”   ‘Midûriyeta jinan jî tunebû’   Herdem Acar bi lêv kir ku dema qeyûman de ji bo jinan tu xebat nehatiye meşandin û got: “Dema em hatin midûrieta jinan jî tunebû. Me hema midûriyet ava kir û dest bi xebatên xwe kir. Ji roja qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin a Wanê bûye em nikarin l gundan xebata xwe bimeşînin. Li pêş xebatên me astengin. Em ê  xebatên xwe di pêvajoya pêş de hîn bêtir mezin bikin. Em ê jinan hîn bêtir tevli rêveberiyên herêmî bikin.”