Li Xizxêrê destdirêjî: Xwestin veşêrin lê careke din dubere bû 2025-06-19 09:52:34     Medîne Memedoglu   SÊRT - Li Xizxêrê destdirêjî li zarokek hat kirin. Bûyera ku bi mehan berê qewimîbû hatiye veşartin, du roj beriya niha carekdin destdirêjî hat kirin û bûyer derket holê. Têkildarê destdirêjiyê S.T û du kesên din hatin binçavkirin.   Li navçeya Xizxêra Sêrtê, cerdevan S.T. destdirêjî zarokek kir. Destdirejî 5 meh beriya niha dest pê kir. Du roj beriya niha carek din destdirêjî li zarokê kir. Piştî zarok bûyer ji malbatê re vegot S.T. û du kesên din O.D. û F.D. hatin binçavkirin.    Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin, cerdevanên din ji bo paşvekişandina giliyê hewl didin ku malbatê îkna bikin. Her wiha dest danîn ser çekê cerdevan S.T.   Hate gotin ku sûcê tecawizê cara yekem pênc meh berê qewimî ye û sûcdar S.T. serokê cerdevanê gund û kesên navdar ên li navçeyê bi rêya telefonê gazî rêberên raya giştî kirine ku li dijî malbatê giliyê nekin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, sûc bi gef û pereyan hatiye veşartin. Lêbelê, cerdevan S.T. û O.D. û F.D. yên ku bi wî re bûn du roj berê sûcê destdirêjiyê dubare kirin, destdirêjî veguheriye rewşek sîstematîk. Piştî ku zarok ji malbata xwe re tiştên ku jiyaye vegotiye, li ser giliya malbatê, cerdevanê gund ê sûcdar û du kesên bi wî re hatine binçavkirin û birine Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.   Dixwazin malbatê razî bikin   Hat destnîşankirin ku îfadeyên kesên hatine binçavkirin hatine girtin û hat gotin ku heman navan dîsa destwerdan kirine da ku malbatê razî bikin. Endamên malbatê yên ku me li ser mijarê bi wan re têkilî danîbûn, diyar kirin ku ew ê giliyên xwe venekişînin û dê dozê bişopînin. Endamên malbatê gotin, "Em vê yekê qebûl nakin. Divê çi pêwîst be were kirin. Em gilî dikin û doza xwe didomînin. Em ê giliya xwe venekişînin."   'Divê ew kesên ku ev kirine werin cezakirin'   Ji aliyekî din ve, agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin wiha ne: "Ev bûyerên li vê navçeyê dest pê kirine zêde dibin. Bi taybetî li ser medyaya civakî ji zarokan re dinivîsin û wan ji gund derdixin. Di vê bûyerê de, sercerdevanê zarokekî ku di temenê wî de bû îstismar kir. Dema ku berê qewimî, wan bi awayekî bûyer veşart. Du roj berê dîsa qewimî. Em dixwazin kesên weha werin cezakirin. Divê tedbîr werin girtin da ku ev bûyer careke din çênebin. Ne tesaduf e ku kesê ku ev kiriye cerdevanek be. Çeka wî hat desteserkirin, lê divê cezayê pêwîst bigire. Malbat ji giliya xwe piştrast e, lê ew hîn jî hewl didin ku malbatê razî bikin ku giliyê xwe vekişîne. Divê komeleya parêzeran û jin di vê pêvajoyê de beşdar bibin. Divê ew kesên ku ev kirine neyên berdan û serbest li van kolanan negerin."