Li Êlihê mirina biguman a zarokekî 2025-06-08 14:01:34     ÊLIH –Li Êlihê zarokê yek salî ji katê sêyemîn yê avahiyê de biguman ket û jiyana xwe ji dest da.   Li Êlihê duh saetên êvarê de zarokê yek salî Y.E.G bi guman ji şaneşîna katê sêyemîn a avahiyê de ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî ku malbatê agahî da ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihe bûyerê.   Ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku zarok jiyana xwe ji dest daye û cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.