Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe ji bo Abdullah Ocalan daket qadan 2025-04-22 14:32:29        NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd, ereb, suryan, ermen û êzidî, bi hezaran kes ji şêniyên Qamişloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Girseya gel destnîşan kir ku aştî bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dibe.   Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs bi pêşengtiya Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fizîkî li bajarê Qamişlo meşeke girseyî lidar xist.   Welatî, di nava wan de xwendekar, ciwan û jin. Nûnerên ji Rêveberiya Xweser bi pêkhateyên kurd, ereb, suryan, ermen û êzdî bi deng û alên xwe tevlî meşê bûn.   Meş ji çerxerêya Osman Sebrî bi berzkirina sloganên “Bi can bi xwîn em te re ne Ocalan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Berxwedana Îmralî” û “Bijî Berxwedana Zindanan”, rakirina wêneyên Abdullah Ocalan destpê kir.   Di nava meşevanan de zarok û xwendekaran wêneyên Abdullah Ocalan li ser milên xwe danîbûn û nîşaneyên serketinê rakiribûn.   Piştî ku meşevan gihîştin ber çerxerêya Şehîd Rûbar li wir deqeyeke rêzgirtin rawestiyan û paşê Endamê Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan rêberê Gelê Ereb, Suryan, Ermen, Kurd, Xiristiyan, Misilman û Êzdiyan e û got: "Hêzên komploger bi komployê xwestin vîna gel bişkînin û wan nizanîbû li her maleke welatparêz Rêber Apo heye. Rêber Apo Îmrali ji bo hebûna me kir dibistanek.   Rêber Apo gelek caran ji bo aştiyê bang kiriye, ew ji bo pêkanîna aştiyê amade ye. Bila dewleta Tirk bizane, Rêber Apo tişta ji aliyê xwe ve kir niha rol li ser dewleta Tirk e. Gel li hêviyê ye ku bibîne Rêber Apo li Kurdistanê digere, wê demê wê bizane aştî pêk hatiye.   Dewleta Tirk nikare gel bixapîne, çi qas astengî derbixin jî wê ya dawî serkeftina gel be û wiha got: “Xebata me ya herî yekemîn têkoşîna ji bo Rêber Apo ye.”   Meş bi slogana “Bijî berxwedana Îmralî” bi dawî bû.