Sila Dede: Dewlet qetilkirina jinan ji nedîtîve tê 2025-04-21 09:04:06   Memîhan Zeydan   WAN - Parêzer Sila Dede der barê zêdebûna qetilkirinên jinan de axivî û da zanîn ku dewlet qetilkirina jinan ji nedîtîve tê.   Li Tirkiye û Kurdistanê qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe û tu tedbîr nayên girtin. Berovajî vê pergala darazê û polîtîkayên bêcezahiştinê  cesaeretê dide gumanbaran. Di mehên ewil ên salê de 138 jin hatine qetilkirin û ev hejmar tenê hejmara tê dîtinê ye. Gelek jinên ku tên qetilkirin û nayên dîtin hene. Bi destê desthilatdariyê pergala darazê polîtîkayên bêcezahiştinê pêk tîne.   Yek ji Parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê Sila Dede der barê mijarê de axivî.   ‘Dewlet ji nedîtî ve tê’   Sîla Dede der barê mijarê de axivî û got dema mêrek jinekê qetil dike civak û dewletê dide pişt xwe û dike. Sila Dede wiha vegot: “Di vî alî de bandora polîtîkayên dewletê di qetilkirina jinan de pir bi bandor e. Bi taybet di demên dawî de nêzîkatiyên dewletê nîşan didin ku qetilkirina jinan ji nedîtîve tê dîtin. Ev jî cesaretê dide gumanbaran. Ev aşkera ye ku bandora polîtîkayên dewletê li ser qetilkirina jinan zêde ye.”   ‘Rayedar berpirsyariyê naynin cih’   Sila Dede ev tişt bi lêv kir: “Sedema zêdebûna qetilkirinan polîtîkaya bêcezahiştinê û negirtina tedbîran e. Di serî de li Wanê û hemû bajaran ev pirsgirêkek girîng e. Divê rayedar di mijara tundiya li ser jinê de tedbîran bigire. Lê mixabin pergal rûneniştiye. Jinên serlêdanê dikin nayên parastin. Divê dewlet sekna we biguhere. Dosyayên qetilkirina jinan wek ‘întîxar’ tên binavkirin û girtin. Piştî vê îdiaya întîxarê jî îspatkirin zehmet dibe. Gelek dosya ji ber kêmasiya delîlan tên girtin. Gumanbar û malbatên wan dibêjin întîxar e û serê bûyerê digirin.”   ‘Polîtîkayên bêcezahiştinê dibin sedem’   Sila Dede di dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Bandora polîtîkayên dewletê ya di qetilkirinên jinan de li holê ye. Bi destê darazê ev pêk tê. Peymana Stenbolê hat feshkirin. Bihêlin parastina jinê, tedbîrên parastinê nayên girtin. Gumanbar cesaretê ji polîtîkayan digirin û xwe bi rehetî diparêzin. Ev jî rê li ber zêdebûna qetilkirina jinan vedike.”