Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket 2025-04-21 09:02:22     AMED - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 279'emîn de bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawerin’ derket.   Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya vê hefteyê de di manşeta xwe de cih da hevpeyvîna ku bi fermandar YPJ'ê Newroz Ehmed re li ser lihevkirina li Sûriyeyê ya di navbera HSD û HTŞ'ê de û pêşeroja YPJê ya di nav Sûriyeyê de. Newroz Ehmed di hevpevînê de da zanîn ku dê ew ê hikûmetek ku vîna gel tune dihesibîne qebûl nekin û got: “Wek YPJ em dibên em ê tu caran ji xwe tavîz nedin û ji bo gelê me çi bedel pêwîst be em ê bidin. Lihevhatin qadên me yên xebatê berfirehtir dike û ji bo me derfetên berfireh ava dike. Em li ser vî esasê lihevhatinê dinirxînin.”   Rojnameyê di surmanşeta xwe de jî bi boneya salvegera çapkirina Rojnameya Kurdistanê û Roja Rojnamegeriya Kurdî cih da nivîsa Mehmet Şahîn.    Di rûpela Jinê de Bêrîtan Behram Xalid bi sernavê ‘Terorîstên duh, rêveberên îro’ bal kişand ser nêzikatiyên HTŞ'ê yên li dijî civak û jinan.  Felemez Ûlug di nivîsa xwe ya di rûpel 6'an de bal dikşîne ser konferansa ku li Romayê bi beşdarbûna 360 kesan pêk hatiye û dibê ev konferans diyar dike ku êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye rojeveke cîhanî.    Di hejmara vê hefteyê ya rojnameyê de di gelek mijarên cuda de nivîs û analîz hene. Herwiha di rûpela 12emîn de bi boneya salvegera qirkirina ermeniyan dosya hatiye madekirin.