Gonul Uzunay: Aştî yek alî nabe 2025-04-20 09:05:01   Memîhan Zeydan   WAN - Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay der barê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de nirxanidn kir û got divê hemû alî xwedî li pêvajoyê derkevin û got: “Hemû gel 26 sal in di bin tecrîda giran de ne. Divê destê Birêz Ocalan bê xurtkirin.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga aştiyê kir û piştî vê PKK’ê agirbest îlan kir. Heyeta Îmraliyê piştî bangê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Lê ji ji aliyê desthilatdariyê ve hîna gavek nehatiye avêtin.   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gonul Uzunay der barê hevdîtinan de û banga hatiye kirin de nirxandin kir.   ‘Bangek ji rêzê nîne’   Gonul Uzunday da zanîn ku bi banga sedsalê re li Tirkiyeyê rojevek girîng ava bûye û got: “Niha hemû çav li Tirkiyeyê ne. Di mijara banga aştî û civaka demokratîk de peyam tên ragihandin. Banga ku Birêz ocalan kirine ne ji rêzê ye. Ev bang balê dikşîne tifaqafa Kurd û Tirk.”   ‘Afirandina hêviyê girîng e’   Gonul Uzunay her wiha got banga hatiye kirin ne bangek bi sînor e û wiha dirêjî dayê: “Birêz Ocalan her tim ji bo aştiyê hewl daye. Bi pêşengiya wî bang hatine kirin. Bêguman di vê sedsala 21’ê de di vê hawira şerê sêyemîn ê cîhanê de banga hatiye kirin gelek girîng e û hêvî afirandin. Afirandina hêviyê girîng e. Ji ber bi sedsalane polîtîkaya înkar û îmhayê tê meşandin. Bi bangê re hêviyek şîn bû. Bêguman bi pirsgirêka Kurd re li her derê pirsgsirêka demokrasiyê hatiye jiyîn. Mînak rakirina Peymana Stenbolê, pêknehatina zagona 6284'an jî pirsgirêkek demokrasiyê ye.”   Şer herî zêde zirarê dide jinan   Gonul Uzunay daxuyakirin ku di rewşa pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe wê di gelek nokteyan de pirsgirêkên ku jin dijîn jî bên çareserkirin. Gonul Uzunay got ji ber ku şer herî zêde zirarê dide  jinan.   ‘Em dizanin ku aştî yek alî nabe’   Gonul Uzunay axaftina xwe wiha domand: “Banga di 27’ê Sibatê de hatiye kirin girîng e. Lê mixabin hîna navê pêvajoyê tam nehatiye danîn. Pêvajo wek pêvajoya diyalogê pêş ket û hevdîtina bi serokomar re bû. Bêguman naveroka hevdîtinê hîna nehatiye ragihandin lê ev kêm be jî hinek hêviyan şîn dike. Lê em dibêjin ku ev pêvajo yek alî nabe, aştî yek alî nabe.”   ‘Divê desthilatdarî welatiyan guhdar bike’   Gonul Uzunay daxuyakirin ku ji bo çareserî, aştî û demokrasiyê divê her du alî jî gavê bavêjin û wiha domand: “Hîna desthilatdariyê gav navêtiye. Gava ewil divê başkirina şert û mercên Birêz Ocalan be, vekirina riya azadiyê ye, pêkhatina mafê hêviyê ye. Divê hemû aliyên muxalîf bên gel hev. Bi taybet divê hemû nûnerên partiyên TBMM’ê komîsyonekê ava bikin û ji bo aştiyê gavê bavêjin. Divê desthilatdarî guh bide banga welatiyan. Divê hemû alî bang bikin. Divê hemû alî xwedî li pêvajoyê derkevin. Hemû gel 26 sal in di bin tecrîda giran de ne. Divê destê Birêz Ocalan bê xurtkirin.”