Ciwan bi berxwedana xwe ketin Xelfetiyê 2025-04-03 20:25:28   RIHA - Meşwanên Amarayê bendên leşker û polîsan hilweşandin û ketin Amarayê.   Bi minasebeta 76’emin roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sedan endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek welatiyên din, astengî û bendên polîs û leşkeran derbas kirin û ketin navenda Navçeya Xelfetiyê.   Bi wesîleya rojbûna 76’emin ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji 1’ê Nîsanê heta îro 3 roj in dimeşin Amarayê ya Xelfetî Rihayê. Di roja 3’yemîn de meşwanan hemû astengî û bend derbas kirin û xwe gîh gihiştin ketina Xelfetiyê. Ciwanan bi berxwedana xwe barîkat û bendên polis û leşkeran şikandin û ketin navenda Xelfetiyê.