'Peyama Rêbertî bandor li 8'ê Adarê kir' 2025-03-10 09:07:06     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê tevli çalakiyên 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku ew ê her tim ji bo destkeftiyên xwe li berxwe bidin û gotin:"Îsal bi coş 8'ê Adarê tê pîrozkirin bê guman bandora herî mezin jî peyama Rêbertî bû. Têkoşîna îsal tê bilindkirin vedigere esasgirtina fikir û felsefeya Abdullah Ocalan."   Jinên li Helebê tevî şert û mercên dijwar jî 8'ê Adarê bi çalakiyên cuda pêşwazî dikin. Bi tevlîbûna gelek jinan li taxê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jin daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Jinên tevli çalakiyan bûn gotin:"Em dîsa vê roja pîroz li hemû jinan pîroz dikin û bi hêviya her sal em bi hev re vê rojê pîroz bikin."   '8'ê Adara îsal xwedî wateyek cuda bû'   Ji aliyê xwe ve Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem wiha têkildarî cejnê û coşa îsal axaftin kir û got:"Em di serî de 8'ê Adarê li Rêberê Abdullah Ocalan, li jinên ku di çeperên pêş de şerê di oxira azadî û demokrasiyê dikin û li jina Kurd ku serkêşiya şoreşê dikin li wan pîroz dikim. 8'ê Adara îsal xwedî coş û wateyek cuda bû. Sedema wê vedigere peyama Rêbertî ya aştiyane û dîrokî û cîhanî bû. Ev yek bi xwe re wêrekiyek anî ku jin îsal bi hemû rengên xwe vê roja 8'ê Adarê pîroz bikin."   'Xeta jina azad xeta civaka azad e'    Di dirêjiya axaftina xwe de Emîne Beyrem got têkoşîna jinan di roja me ya îro de bingeha wê felsefeya Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Îsal bi coş 8'ê Adarê tê pîrozkirin bê guman bandora herî mezin jî peyama rêbertî bû. Têkoşîna îsal tê bilindkirin vedigere esasgirtina fikir û felsefeya Abdullah Ocalan. Ocalan ê ku her piştgirî da jinê û azadiya wê weke stûnek bingehîn di felsefeya xwe de cih dayê. Her wiha şoreşa ku bi pêşengtiya jinê hatiye avakirin û heya roja me ya îro destkeftiyên xwe parastiye ev jî hem bi saya felsefeya rêbertî û bi saya ked, xwêdan û tekoşîna jinê bû. Xeta jina azad xeta civaka azad e."   'Silav ji bo Rêbertî'   Di dirêjiya axaftina xwe de Emîne Beyrem got:"Peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama aştiya cîhanî bû hemû kes û bi taybet jinan li cîhanê peyama rêbertî pejirandin. Lewma em silavên xwe ji taxa berxwedêr ji rêber Abdullah Ocalan re rê dikin û ji bo hemû jinên têkoşer re rêdikin."   'Têkoşîna di Sûriyeyê de destkeftî ne'   Di heman demê de ji pêkhateya Ereb, bijîşk Hecer Yesîn jî ku yekem car beşdarî şahiya 8'ê Adarê dibe axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Îro 8'ê Adarê ye ev cara yekem e ku ez weke jinek ji pêkhateya ereb beşdarî şahiya 8'ê Adarê dibim. Tiştê herî zêde dixwazim di vê rojê de bêjim ew e ku jin û mêr hev temam dikin. Di nava Sûriyeyê de her kes bila bizanibe ku divê jin di her warî de di Sûriyeyê de xwedî cih û misyon be. Lewma hewcedariya Sûriyeyê bi jinên têkoşer heye ku bikaribin Sûriyeyê bi rêve bibin. Divê her jinek di Sûriyeyê de dijî bizanibe ku têkoşîna ewqas sal bi pêşengtiya jinan di Sûriyeyê de dibe. Ev hemû di roja me ya îro de destkeftiyên ku divê dest jê neyê berdan."   'Jin tên qetilkirin'   Di dawiya axaftina xwe de Hecer Yesîn qetîlamên ku li peravên Sûriyeyê derheqê gel, jin û zarokan dibe qala wan kir û wiha got:"Îro jin ne nîvê civakê ye divê em ji vê çarçoveyê derkevin û bidin pênasekirin ku jin civak bi giştî ye. Dibe ku îro em li vir şahî dikin lê bi hovîtiyek pir mezin li perava Sûrî jin tên kuştin tên qetil kirin ev ji bo me cihê êşê ye. Divê dayik kujeran xwedî nekin divê dayik zarokên xwe li ser sincên dadî û demokrasiyê mezin bikin. Xwedîkirina şaş civaka şaş ava dike civakek hov dide ava kirin. Jinên ku rast tev bigerin wê bibin kilîta vekirina welatekî azad û xwedî sincên demokratîk."   'Di aloziyê de jinan hebûna xwe parast'   Herî dawî jî bijîşka ji pêkhateya Ereb Buşra Muse jî axaftin têkildarî 8'ê Adarê kir û wiha got:"Ez cejna tevahî jinan pîroz dikim, îro em li taxa Şêx Meqsûd in ev jî yekem car e em li vir di şahiya 8'ê Adarê de amade dibin. Hemû jinên ku di erdnîgariya Sûriyeyê de bi hemû pêkhateyên xwe di her warî de hebûna xwe dan îsbatkirin herî zêde jî di nava aloziya heyî de jin karîbû hebûna xwe bide parastin. Em dîsa vê roja pîroz li hemû jinan pîroz dikin û bi hêviya her sal em bi hev re vê rojê pîroz bikin."