Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin 2025-03-06 15:08:33     STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna pirtûka Hînkerê de ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin, 2 kesên din jî hatin binçavkirin.    Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Nivîskarên Kurd, ji ber pirtûka hînkirina zimanê Kurdî “Hînker”ê ku di sala 2010’ê de bi bandrol derketibû hatin binçavkrin.    Di çarçoveya heman lêpirsînê de îro jî Îzzet Çinar û Şukran Çinar li Stenbolê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.    Tê payin ku îfadeyên Mevlut Aykoç, Îzzet Çinar û Şukran Çinar ên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin, bên girtin.