Belavokên 8’ê Adarê hatin belavkirin 2025-03-06 14:41:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê, di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li kolanên Mexmûrê belavok belav kirin.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştar di 1’ê Adarê de bi dirûşma "Bi rihê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê pîroz dikin, soza bilindkirina têkoşînê didin" starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dabû.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li kolanên Mexmûrê belavok hat belavkirin.   Xebatkarên jin ên li her çar semtan kombûn, kolan bi kolan û mal bi mal belavokan belavkirin û tevahî jin û gelê wargehê vexwendin meşa 7’ê Adarê û pîrozbahiya 8’ê Adarê.