Cezayê hepsa malê ya Fudan Akbulut a DEM Partiyî hat rakirin 2025-03-04 18:45:23   ÎZMÎR - Xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Funda Akbulut li Îzmîrê bi 5 rojnamegerî re hatibû binçavkirin û ev salek bû di hepsa malê de bû. Dîroka darizandina Funda Akbulut diyar bû û hepsa malê hat rakirin.   Li Îzmîrê di 13’ê Sibata 2024’an de di serde girtina malan de nûçegîhana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegîhana MA Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegîhanê Gazete Duvar Cîhak Başakçioglu û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Fatma Funda Akbulut hatin binçavkirin û der barê wan de îdianameya hat amadekirin ji aliyê 18’emîn dadgeha ceza giran ve hat qebûlkirin. Dîroka darizandinê wek 18’ê hezîranê hat diyarkirin. Biryara hepsa malê jî ku ev salek didomiya hat rakirin.