Devrîm Demîr: Ne tenê îro, her tim li qadan bin 2025-03-04 09:02:44   AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, di çarçoveya starta ku dan de destnîşan kir ku xebatên didin meşandin têr nake û peyama “Ne tenê îro, em ê her tim li qadan bin” da.   Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê ku nêz dibe, li hemû bajarên Kurdistanê jinên kurd û yên beşên dinê wekî her carê dîsa di nava li û tevgerê de ne. Jinên ku li qada ne peyama “Ne bi tenê 8’ê Adarê em her roj li qadan in” didin û biryara têkoşîna xwe carekedin didin. Ligel vê esasê li aliyekê dinê ve jî rêvebiriyên xwecihî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  ya Gelan (DEM Partî) li bajarên ku şaredariyan bi dest xistine xebatên girîng dimeşînin. Ligel di ev 8 salan de qeyûm tayînê şaredariyan hatibin kirin jî û hîn jî ev polîtîyên qeyûman didomin, xebatên rêvebiriyên xwecihî didome. Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê di 21’ê Sibatê de starta çalakiyên 8'ê Adarê da.   Têkildarî mijarê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, axivî.     Devrîm Demîr, destnîşan kir ku di rojên derbasbûyî de wek rêveberiyên herêmî ew starta xebatên xwe yên 8’ê Adarê dane. Devrîm Demîr, her wiha da zanîn ku di 13’yê Mijdara 2024’an de ew starta kampanyeke ku ew ê salekê bidome ya di warê xebatên jinê de dane. Devrîm Demîr, wiha domand: “3 meh li pişt me man, îro hem nirxandina xebatên xwe yên 3 mehên borî me bi raya giştî re parve kir û hem jî pêvajoya 8’ê Adarê em ê li ser çi esasê û çi bingehê xebatên xwe yên di warê rêvebiriyên heremî de rêxistin bikin me deklerasyona wê da. Bi taybetî di 8 salên borî yên ku qeyûman şaredariyên gel desteser kir û bi taybetî jî di warê xebatên jinê û xweser de gelek mezin pêk hatibû. Piştî ku me ev kampanya da destpêkirin, piştî hilbijartinê rêvebiriyên herêmî ketin destên gel de gelek xebatên berbiçav hatin kirin. Ji ber ku tahribata herî zêde qada xebatên jinê hatibû kirin. Herî zede devera ku me bala xwe dayê, devera ku me rêvebiriyên herêmî girîngî dayê û me giraniya xwe dayê, dîsa xebatên qadên jinê bûn. Me hewl da ku di demekê pir kurt te hemû qadên me yên ku bi destên qeyûman hatibûn girtin û hemû derfetên xebat meşandinê ji holê hatibû rakirin, di nava van 3-4 mehan de ji nû de vekirina van qadan pêk hat. Demekê pir kurt de gavên girîng di qadê de hatin avêtin.”   Bi motîvasyonek mezin ber bi 8’ê Adarê   Devrîm Demîr, da xuyakirin ku ew bi vê moral û motîvasyonek mezin ber bi 8’ê Adarê be diçin û got ev 8’ê Adarê ji wan gelek girîng e. Devrîm Demîr, ev tiştan li ser zêde kir: “8’ê Adarê her sal ji bo me gelek girîng e. Ji ber vê yekê em girîngiyek mezin didin xebatên 8’ê Adarê. Îsal du qat girîngiya wê zêdeye ji bo me. Aliyekî ve jî em hîn jî bi polîtîqayên qeyûman re rû bi rû ne. Wekî ku hûn jî dizanin beriya çend rojan qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin. Her wiha qeyûm tayînê çend şaredariyên me yên dinê jî hat kirin. Di ev 8 salên derbasbû de di nêzîkatiya qeyûman de, di polîtîkayên qeyûman de bi taybet li hemberî qada jinê de tu gûhertin çênebûye. Ligel ku 8 salan me ev teşhîr kirin, dûv û dirêj nîqaş kirin û texrîbatên ku li vê qadê kiribûn me parve kir. Lê em dibînin di roja me ya îro de ev nêzîkatî negûherî ye. Çawa ku qeyûm tayînê şaredariya dikin, dîsa yekem mûdaxeleyê qada polîtîqayên jina ye. Îro jî heman rêbazê didomînin. Ji ber vê yekê ji her carê bêhtir em xebatên xwe yên di qada jinê de xûrtir bi rêxistin dikin. Bi vê moral û motîvasyonê ber bi 8’ê Adarê ve diçin.”   Rêveberiyên xwecihî dê li her qadê be   Devrîm Demîr, destnîşan kir ku qadên ku rêvebiriyên xwecihî ku rêvebiriya wan di destên wan de ne, plansaziyên ber fireh ên ji bo 8’ê Adarê amade kirine. Devrîm Demîr, diyar kir ku ji bajara bigire heta navçeya û heta bajaroka tu bernameyên  xweser ên ji bo 8’ê Adarê plansaziyê dernexistine nemane. Devrîm Demîr, wiha pê de çû: “Her bajarê û her herêmê bernameyên gelek berfirek ku qasî 10 rojan bidome belav bibin derxistine, amadekirine. Me starta van xebatên xwe da. Em ê bi awayek pir xûrt, bi coş û bi moral ber bi 8’ê Adarê ve biçin. Ji niha ve roja 8’ê Adarê li hemû jinên kurd ên berxwedêr ku bi her awayî tundiyê re rû bi rû ne li berxwe didin û li hemû jinên cihanê pîroz dikin.”   ‘Ev têr nake’   Devrîm Demîr, di dawiya axaftina xwe de got dê têkoşîna wan ya di warê polîtîqayên jinan de dê bênavber berdewam bike û wiha dawî li, axaftina xwe anî: “Starta ku hat dayîn ne bi tenê starta 8’ê Adarê ye. Kampanyaya ku me daye ji bo salekê ye. Ji ber vê yekê xebatên me yên kampanyayê didomin. Piştî salekê bi dawî bû jî dê bi kampanyayên cûr bi cûr jî bên destpêkirin. Ji ber ku di vê qadê de texrîbatên mezin hatine kirin. Gavên girîn hatin avêtin, sererast kirin çêbûn, qadên nû yên têkoşîna jinê hatin avakirin. Lê belê ev ne bes e. Hêjî têr nake. Di ev xebatên me yên di aliyê hişyarkirina hişmendiya zayendî de, hem aliyê avakirina qadên aboriya jinan de û hemû qadên jiyanê ji bo jinan bêfireh kirin, ji bo gotina jinê ber bi çav be, ji bo di aliyê aborî û siyasî de karibe xwe îfade bike, di van helan de xebatên me berdewam bikin. Bê navber têkoşîna me ya jinê di qada rêvebiriyên xwe cihî de ew ê berdewam bike.”