TJA'yê li Sêwregê starta 8'ê Adarê da 2025-02-28 16:17:36     RIHA - Bi minasebeta 8'ê Adarê TJA'yê li Sêwregê starta çalakiyên ku wê li dar bixe da.   Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Sêwrega Rihayê bi meş û daxuyaniyekê da destpêkirin. Jin li Rêxistina Navçeya Sêwregê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hatin cem hev û ber bi Qada Kanlîkuyu ku wê daxuyanî lê bê dayîn, dest bi meşê kirin. Aktîvîstên TJA, DEM Partî û Rêxistinên Partiya  Herêmên Demokratîk (DBP) yên Riha û navçeyên wê, Hevşaredara Curne Reş Garîp Yeşîl û gelek jin beşdarî meşê bûn. Di meşê de jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi rengên zer-sor-kesk dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Jin li qada ku wê daxuyanî bê dayîn hatin cem hev û bi dirûşman govend gerandin.    Jinan pankartên bi tirkî û kurdî yên bi nivîsa "Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadîye ve ye", "Ji 8'ê Adarê heta Newrozê em aştiyê bi rêxistin dikin" û "Li dijî tundiya dewleta mêr li ber xwe didin" vekirin.   Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partiyê ya  Rihayê Sema Aişeoglû axivî û bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê. Sema Aişeoglû got, "Hemû jinên ku berdêl dane û canê xwe feda kirine, wê rêya me ronî bikin."    Li ser navê TJA'yê Selma Ayabe ku daxuyanî xwend, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û got, "Tevlîbûna çeteyên ku jinên ciwan ên Kurd tevlî fuhûş û tiryakê dikin, diparêzin û xwarinê didin wan, nîşaneya wê yekê ye ku polîtîkayên şerê taybet bi hemû amûrên xwe di meriyetê de ne. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de berxwedan û raperînê mezin bikin."   Daxuyanî bi çepik û dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.