Daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan wê li Amed û Wanê bê dayîn 2025-02-26 20:46:30   AMED - Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê wê sibê piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Stenbolê daxuyaniyê bide. Li Amedê jî wê li Qada Şêx Saîd bi ekrana LEB wê daxuyanî bê dayîn. Heman saetê jî wê li Wanê bê dayîn.     Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol jî dê di şandeyê de cih bigirin.   Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtinê wê saet di 17.00’an de li Stenbolê daxuyaniyê bide.Ji bo daxuyaniyê wê li Qada Sêx SAîd a Amedê ekranên leb bên danîn û daxuyanî biz indî bê ragîhandin.Heman saetê de wê li Kent Meydani ya Wanê jî daxuyanî bi heman awayî bê dayîn.