Li Amedê protestokirina qeyûm: Wê îradeya gel bi ser bikeve 2025-02-25 18:29:08   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî qeyûmê tayînê şaredariya Qaxizmanê hatiye kirind axuyaniyek dan û diyar kirin ku ew vê qebûl nakin û peyama bexwedanê dan.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li dijî qeyûmê tayînê şaredariya Qaxizman a Qersê hatiye kirin daxuyaniyek dan. DAxuyanî li ber AZC Plaza ya taxa Ofîs a Yenîşehîrê hat dayîn.Gelek saziyê civaka sivîl û hiqûqê tevli bûn. Li ser navê girseyê ji Odeya Tabîban a Amedê Mustafa Mesut Kaya daxuyanî xwend.   Mustafa Mesut Kaya da zanîn ku qeyûm li her qadê texrîbatan dihêle û got: “Em îro carek din dibînin ku deshtilatdarî îradeya gel tasfiye dike, xesp dike û otorîteya xwe didomîne.Lê bîra hepvar a gelan nîşan dide ku polîtîkayên înkar û îmhayê çareseriyê pêk naynin û zêdetir krîzê diafirîne. Têkoşîna me ya li dijî qeyûman wê bidome.”   Mustfa Mesut Kaya daxuyakirin ku qeyûm pêkanînek dijhiqûqiye û  daxuyakirin ku ew tu carê wê vê qebûl nekin û heta dawî têkoşînê bidomînin. Mustafa Mesut Kaya da zanîn ku wê qeyûm biçin û wê îradeya gel bi ser bikeve.