Ji Amediyan li dijî xespkirina îradeyê bertek 2025-02-19 09:04:49   Gulistan Gulmuş - Pelşîn Çetînkaya   AMED - Bertekên li dijî tayînkirina qeyûmê ji bo şaredariya Bajarê Mezin a Wanê didomin. Amediyan ev rewş wek xespkirina îradeyê nirxand û balkişandin ser girîngiya piştevaniyê.   Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn şûnde, gelê Wanê tevî şert û mercên hewayê ya giran 5 rojan li ber şaredariyê nobet girtin. Lê di 15’ê Sibatê de Waliyê Wanê Ozan Balci wek qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Piştî vê gel li Wanê daketin kolanan û qeyûm protesto kirin.Ligel Wanê lig elek bajarên Tirkiye û Kurdistanê li dijî qeyûman çalakî pêk tên.   Ji Amedê piştevanî û bertek   Li Amedê welatiyan bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd a Sûrê hatin gel hev. Welatiyên li wir der barê qeyûman de fikrên xwe anîn ziman.     Bertek hevpar in:Hêrs û berxwedan   Welatiyan diyar kirin ku li aliyekî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin û li aliyê din jî qeyûm tên tayînkirin. Welatiyan gotin ev rewş ne samimî ye û gotin tayînkirina qeyûman darbeya li dijî îradeyê ye. Welatiyan ev peyam dan: “Êdî bes e! Madem qeyûman tayîn dikin çima hilbijartinê dikin. Bila hilbijartinan nekin. Divê gelê Wanê tenê neyê hiştin û her kes rabe ser piyan.”   Amediyan daxuyakirin ku wê li dijî polîtîkayên qeyûman têkoşînê bidomînin û gotin ew bi gelê Wanê re di piştevaniyê de ne.