Îdayên derbarê ‘Çeteya Fiksator’ de hîna nehatine ronîkirin 2025-02-19 09:02:27        Pelşîn Çetînkaya   AMED –  Li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî piştî ku hatibû îdakirin hinek doktoran bi firoşkarên berhemên medîkal re li hev kirine û alav firotine hinek nexweşan û bêyî sedem nexweş emeliyat kirine, hatibû diyarkirin ku mufetiş dê lêkolînê bikin. Lê derbarê lêkolînê de tu agahî nehatin bidestxistin û hat diyarkirin Odeya Tabîban jî derbarê bijîşkan de lêpirsîn daye destpêkirin.   Di mehên borî de li nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bijîşkê bi navê Yunus Turk yê di beşa ortopediyê de dixebite îdia kiribû ku, li  heman beşa nexweşxanê bijîşkên bi navê Îbrahîm Ulusoy û Ferît Bogatekîn bi kesên medîkalfroş  re li hev kirine, nexweş bê sedem emeliyat kirine û fîksator bi wan ve kirine. Herwiha Yunus Turk da zanîn ku van doktoran bi zanebûn bi medîkalfroşan re li hev kiriye û berhemên wan girtine û bi vê qezenc bidest xistine.   Derbarê herdu aliyan de jî doz hat vekirin   Piştî bûyer hat bihistin mufetîş li nexweşxaneyê hatin peywirdarkirin û hat diyarkirin ku dest bi lêpirsînê kirine. Beriya vê jî me xwe gîhandibû  serbijîşkê nexwşexaneyê û diyar kiribû ku mufetişna li nexweşxaneyê dest bi lêpirsînê kirine. Berî bi çend rojan me careke din xwest bi serbijîşkê nexweşxaneyê re hevdîtinê bikin lê daxwaza me bê bersiv ma.  Yekîneya çapemeniyê ya nexweşxaneyê jî diyar kir ku mufetiş di çarçoveya lêpirsînê de hefteyekê li nexweşxaneyê mane û piştre jî çûne Enqerê.    Derbarê mijarê de hat diyarkirin ku Odeya Tabîban a Amedê derbarê bijîşkan de lêpirsîn daye destpêkirin. Odeya Tabîban ku diyarkirin lêpirsîn dewam dike û û diyar kir ku piştî derketina holê wa bûyerê êdî medîkalfiroşan nagirin emelyatxaneyan.