Meşa li Strasbourgê dest pê kir 2025-02-15 15:24:20        NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, ji gelek navendên Ewropayê bi deh hezaran kes hatin Strasbourgê û meşiyan.   Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û meşiyan.   Di meşê de pankarta ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate vekirin. Çalakvanên meşa dirêj pêşengiyê ji gel re dikin. Her wiha li pêşiya kortejê posterê mezin ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin.   Her wiha pankarta ‘Em bang li Ewropayê dikin: Dawî li êşkence û tecrîda 26 salan a li hemberî Abdullah Ocalan bîne’ hate vekirin.   Gel flamayên Abdullah Ocalan jî hilda û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Berxwedana Tişrînê" berz kir.   Meşa ku li Bulvara Metz destpê kirî, wê heta Parc De L’Etoile bidome.