Ji bo şermezarkirina komployê dikan nehatin vekirin 2025-02-15 10:17:40       NAVENDA NÛÇEYAN - ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikandaran dikanên xwe venekirine.    Îro salvegera 26’an a  Komploya Navneteweyî 15'ê Sibat a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikandar dikanên xwe venekirine.   Bi vê boneyê wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 mîtîng werin lidarxistin. Ji bo mîtîngên şermezarkirina komployê jî amadekarî tên kirin.