Komploya 15'ê Sibatê li Kobanê hat şermezarkirin 2025-02-13 14:47:20       NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin, li Kobanê bi civînekê hate şermezarkirin.   Ji ber salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin, Kongra Star a Kantona Firatê li Hola Lîcna Silhê ya Kobanê civînek li dar xist.   Civîna ku ji kantona Firatê beşdarî lê hate kirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Koordînasyona Jinê ya Kantona Firatê Şevîn Armanc li ser mijarê axivî û komplo şermezar kir.   Şevîn Armanc anî ziman ku armanc ji komployê û got, "Lê ti carî ev armanc pêk nehat. Ji ber ku Rêber Apo gel e, gel jî Rêber Apo ye. Azadiya Rêbertî azadiya gelan e."   Şevîn Armanc diyar kir ku mifteya çareseriya pirsgirêkan li gel Abdullah Ocalan e û got, "Dema ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, wê demê wê azadî, aştî, wekhevî û demokrasî li cîhanê pêk were. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê tevahiya mirovahiyê ye."   Di dawiya axaftina xwe de Şevîn Armanc got, "Sala 2025'an wê bibe sala serketinê û sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan."   Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.