Li ber şaredariyê konê nobedê hat vedan 2025-02-11 15:34:36      WAN – Piştî cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, gel li ber avahiya şaredariyê kombûna xwe didomîne. Piştî bertek zêde bûn, li ser daxwaza gel li ber avahiya şaredariyê konê nobedê hat vedan.   5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiaya "Bi zanebûn û bi dildarî hewl daye ku alîkariya rêxistinê bike" 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî. Li ser vê biryarê gelê Wanê ji bo li dijî tayînkirina qeyûm a şaredariyê  diherike ber şaredariyê.   Dema berxwedan li ber şaredariyê dewam kir, li ser daxwaza gel li dijî qeyûm konê nobedê hat vedan. Girseya ku li ber avahiya şaredariyê kom bû gelek caran bê navber dirûşmên "Bijî Berxwedana Gelê Kurd", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Abdullah Zeydan, Neslîhan Şedal rûmeta me ne" berz kirin.    Protestokirina biryara dadgehê bi tilîlî û çepikan, li gel muzîka ku tê lêxistin didome.