Gelê Bakur berxwedana Tişrînê silav kir 2025-02-11 09:05:27     Gulistan Gulmuş - Derya Ren    AMED - Jinên li Amedê bertek nîşanî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî dan û gotin: "Em piştevaniya berxwedêrên Bendava Tişrînê dikin."    Rejîma Baas'ê di 8'ê Kanûnê de ji hêla Heyetî Tehrîr el Şam (HTŞ) û hêzên hegemon ve hat hilweşandin. Piştî hilweşandina rejîmê di serî de Sûrî û Bakur û Rojhilatê Sûrî hewldanên kaosê dest pê kir. Dû re jî êrişê Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin. Bi taybetî jî Qerekozax û Tişrîn cihên wek stratejîk hedef hatin girtin.    Li dijî êrişan gel dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakiya nobedê ji 8'ê Çilê heta îro li gel êrişên SÎHA'yê bi berxwedaneke mezin didome. Di encama êrişan de heta niha 24 kes hatin qetilkirin. Berxwdêran, di nobetê de da zanîn ku dê heta dawiyê parastina ax û ava xwe bikin.    Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, xebatên xwe yên li bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya "Hevdîtinên aştiya civakî û azadiyê" didomîne. Yek ji van bernameyan jî "Mîtînga Azadiyê" ya 8’ê Sibatê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê li Qada Îstasyonê pêk hat bû. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn ji jansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî û berxwedana li Bendava Tişrînê.