Jinên li Tertûsê siberoja xwe gotûbêj kir 2025-02-10 15:10:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke jinên sûriyeyî di bin sîwana Meclisa Jinên Sûriyeyê de li Tertûsê rewşa jinan a li Sûriyeyê gotûbêj kir. Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û ji bo çalakiyên xwe plan danîn.   Meclisa Jinên Sûriyeyê li bajarê Tertûsê civîneke diyalogê bi sernavê “Rola jinan di avakirina Sûriyeyê de û beşdarbûna di nivîsandina destûrê de” li dar xist.    Komeke jinên çalakvan, çalakvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên Komeleya Sindiyan, Komeleya Zarokên Hezkirinê û Weqfa Kon beşdarî civînê bûn.   Di civînê de endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Rihab Îbrahîm axivî û tekez kir ku piştî rûxandina rejîmê, Sûriye di qonaxeke nû re derbas dibe. Rihab Îbrahîm destnîşan kir ku jinan di pêvajoyên derbasbûyî de karîbûn destkeftiyên mezin bi dest bixin û ev yek jî bû sedem ku hebûna xwe di Sûriyeya nû de biparêzin.   Çalakvana mafên mirovan û rêvebera Meclisa Komeleya Zarokên Hezkirinê Rîm Osman, di civînê de bal kişand ser rola jinan di destûrên Sûriyeyê de yên ji sala 1950’yî heta 2012’an û diyar kir ku mafên jinan di wan destûran de tune bûn.   Rêvebira Meclisa Komeleya Sindiyan Sûad Elî jî bal kişand ser rola jinan di avakirina Sûriyeyê de, kêşeyên li pêşiya jinan û çareseriyên wan.   Her wiha di civînê de der barê kar û xebatên Meclisa Jinên Sûriyeyê de belgefîlmek hate pêşandan.   Di dawiya civînê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û ji bo çalakiyên di qonaxa nû de plan danîn.