'Kujerên Hevrîn Xelef nikarin bibin rêvebir' 2025-02-08 09:05:05       Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê dan zanîn ew tu awayî cihgirtina rêveberiyê ya kesên di qetilkirina Hevrîn Xelef de destê wan hene, qebûl nakin û wiha gotin:"Ji bo avakirina Sûriya pêşeroj Hevrîn Xelef xwedî ked û têkoşîna bi nirx bû lê mixabin kujerê ku destê wî di qetilkirina Hevrîn Xelef de hebû cihê xwe di hikumeta nû ya Sûriyeyê de girt. Kujerên Hevrîn Xelef nikarin bibin rêvebir."   Jinên li Helebê li dijî beşdarbûna çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra, kujerê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê Hevrîn Xelef a di kongreya Şamê ya ku roja Çarşemê 29’ê Çileyê hat lidarxistin de, bertek nîşan dan û gotin:"Li hemberî van kujeran em ê her bi bertek bin. Em ê li hember van kujeran xebata xwe mezin bikin."   'Cih nedan jinan'   Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Zeyneb Elîko axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"Em îşkence û kiryarên ku derheqê jin û mafê wan de li Sûriyeyê tê kirin red û şermezar dikin. Yên di avakirina şoreşa Rojava de ya herî zêde ked da jin bûn lê belê yên herî zêde di roja me ya îro de tên qetilkirin jin in. Her wiha di avakirina hikumeta nû ya Sûriyeyê de careke dinê cih nedan jinan."   'Kujer nehatin cezakirin'   Di dewamiya axaftina xwe de Zeyneb Elîko got:"Ji bo avakirina Sûriya pêşeroj Hevrîn Xelef xwedî ked û têkoşîna bi nirx bû lê mixabin kujerê ku destê wî di qetilkirina Hevrîn Xelef de hebû cihê xwe di hikumeta nû ya Sûriyeyê de girt. Li şûna ku bê cezakirin û hesab jê were pirsîn lê di rêveberiyê de bû xwedî gotin. Em van biryaran napejirînin, em red dikin. Kujerên Hevrîn Xelef nikarin bibin rêvebir."   Wê bibin bersiv   Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Elîko teqez kir ku ew ê bi xebata xwe li dijî qetikirina jinan bibin bersiv û ew ê hişmendiya xwe bi azadiyê dagirin û têkoşîna xwe dewam bikin.   'Her du hikumetan jî cih nedan jinê'   Di heman demê de Endama Mala Jinê ya bajarê Helebê Sebah Xelîl jî axaftin têkildarî mijarê ji ajansa me re kir û wiha dirêjî dayê:"Ji sala 2011'an heya roja me ya îro hem di dema ku hikumeta Şamê li Sûriyeyê serwer bû her wiha di roja me ya îro de jî hikumeta nû jî her jinan paşguh dikin û cih nadin jinê. Her wiha desthilata Şamê bi qirêjiya xwe ya derheqê jinê dide meşandin de ji hikumeta mala Esad xerabtir kir."   'Em ê bi bertek bin'   Di dirêjiya axaftina xwe de Sebah Xelîl got:"Divê jin neyên qetilkirin, divê di her qad û warî de cihê xwe bigrin. Di nava pêşeroja nû de divê xwedî erk bin. Yên ku jinên pêşeng û ji bo civaka xwe xebat dikirin hatin qetilkirin. Ew kujer jî niha cihê xwe di nava hikumeta nû ya Sûriyeyê de digirin. Li hemberî van kujeran em ê her bi bertek bin. Em ê li hember van kujeran xebata xwe mezin bikin."