DFG: Girtin nikarin rastiyan veşêrin 2025-02-07 19:42:02   NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê bertek nîşanê girtina Rojnameger Oznur Deger da û got: “Girtin nikarin rastiyê veşêrin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn rojnamegerin.”   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), girtina nûçegîhana me Oznur Deger bi daxunaiyekê şermezar kirin. DGF’ê di daxuyaniya biser navê ‘bi girtinan rastî nayên veşartin’ de wiha gotin: “Endama lijneya rêveberiya me û hevpîşeya me Ozngur Deger serê sibê hat binçavkirin û girtin. Girtina wê kêfiye. Hinceta girtina wê parvekirina wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîne.Hûn bigirin jî hûn tune bihesibinin jî Nazim û Cîhan rojnamegerin.Girtin vê rastiyê nikarin veşêrin. Em ê heqîqetê her bim binivîsin û rojnamegeriyê biparêzin.”