Ji Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya nû 2025-02-07 11:41:34       AMED - Atolyeya Hunerê ya girêdayî Gerînendetiya Çandê û Karên Civakî a Şaredariya Peyasê bi keşfkirina huner û xerbatên cihê ku qursên hunerî ji bo ciwanan vekiribû û eleqeyek mezin dîtibû, ji bo serdemek nû dest bi xebatan kir. Kesên ku dixwazin aliyên xwe yên hunerî bi pêş bixînin, Atolyeya Hunerê li benda wan e.   Di qadên hunerê yên wekî Tembûr, Perwerdehiya Deng, Wênesazî, Şano, Drama û Govendê de perwerdehî dê li Atolyeya Hunerê bê dayîn. Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê bi daxuyeniyekê bal kişand ser xebatên xwe û diyar kir ku qeyda Atolyeya Hunerê li Taxa Huzurevleriyê hatiye vekirin, bêpere ye, xizmetê didin û di vê serdema nû de li benda şagirtên nû ne.   Navnîşana Qeydkirinê:   Taxa Hûzûrevlerî, Kolana 21’emîn, Nimre:17