Li dijî biryara dadgeriyê bertek: Em biryarê nas nakin! 2025-02-07 09:03:22     ÎZMÎR - Li gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn bi îşkenceyê qetil kir, cezayê muebeta ku hatibû birîn ji aliyê dadgeriyê ve hatibû xerakirin. Jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku dadgerî ji bo vê biryarê bide sekiniye ku dem derbas bibe û gotin ew vê biryarê nas nakin.   Di sala 2020’î de li Muglayê gumanbar Cemal Metîn Avci jina bi navê Pinar Gultekîn bi îşkenceyê qetil kiribû. Cezayê muebeta giran ê li gumanbar hat birîn ji aliyê dadgeriyê ve hat xerakirin. Dadgeha herêmê ewil cezayê muebeta giran da û piştre ji tahrîka bêmaf ceza daxist 23 salan. Der barê gumanbar Mertcan Avci û gumanbarên din de jî berat hatibû xwestin. Piştî dosya çû temyizê Dadgeha Îstînafê ya Îzmîrê biryara dadgeha herêmî xera kir û li Cemal Metîn Avci cezayê muebsta giran û li birayê wî Mertcan Avci jî 4 sal ceza birî bû.   Dosya carek din hat temyîzkirin û dadgeriyê cara duyemîn biryar xera kir.  Dadgeriyê biryar da ku kiryarê ku Pinar Gultekîn bi saxî şewitand, divê ne ji ber sûcê plankirin û kuştina bi hesteke hovane, ji ber sûcê kuştina bi qestî an jî kuştina bi îhtîşam bi îşkenceyê, bi provakasyona neheq bê cezakirin. Du endamên heyeta ku ji 5 kesan pêk tê li ser biryarê nêrînên cuda dan. Dadgeriyê bi gotina "Kuştina bi saxî şewitandin ne hesteke hovane ye" biryara cezayê muebbetê yê giran betal kir û biryar da ku "ji ber sûcê kuştina bi qestî an jî kuştina bi êş û janê divê bi provokasyona bêhiqûqî were cezakirin."   Jinan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ew biryarê nas nakin û wê hesabê Pinarê bipirsin.   ‘Hemû pirsên ku ceza dadixistin hatin pirsîn.’    Rêvebera Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya Jinan a Muglayê Şengul Yuksel bertek nîşanê xerakirina biryarê da û got: “Em bi qetilkirinên jinan re tên rû hev.Mirovê li hember me ne mirov bû, bi qasî li pey Pinarê biaxive ew sûcdar dikir û heqeret dikir. Tiştên kiribû diparast. Bi rastî ev bi xof bû. Em bi dehan carî ketin dadgehê û dadgerê dadgehê got ‘rapora te ya tenduristiya rih li ku ye’. Dadger ev ji gumanbar pirsî. Me bawer nekir. Pirsên ku cezayên gumanbar bixînin pirsîn.”   ‘Dadgeran gumanbar parast’   Şengul Yuksel daxuyakirin ku li Tirkiyeyê qirkirina jinan tê jiyîn û jin nayên parastin. Şengul Yuksel wiha vegot: “Em jinan neparêzin wê mirovên ku cînayetên jinan biparêzin derkevin holê. Dadgeran gumanbar parastin. Lê me doz şopand me dest ji dozê bernda. Me bi jinan re li dadgehê doz şopand. Me destur neda ku ceza bê daxistin. Bi dehan carî ceribandin. Her rê ceribandin. Jinên ku agahî bihistin hatin dadgehê. Lê nehiştin em tevli dozê bibin. Me biryara avakirina komeleyê girt lê qebûl nekirin.”   Şengul Yuksel da zanîn ku di pêvajoya darizandinê de hewl hatiye dayîn ku gumanbar bê parastin û got: “Jinan destur nedan vê. Gumanbar qetilkirin bi malbata xwe re plan kir. Ji malbata wî jî şopa tiliyan derket. Wan çi derew kir jî rayagiştî xwedî li Pinar Gultekîn derket. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.  Dadgeh ji bo vê biryarê bide sekinî û got bila hinek sar bibe ez biryarê bidim.  Divê tu dadgeh li dijî vê bêdeng nemîne.”   ‘Em biryarê nas nakin’   Endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez jî wiha got: “Daraz ne xwedî mîsyoneke ku edaletê pêk bîne bûye alava desthilatdariyê. Di doza Pinar Gultekîn de  em dikarin behsa daraza çetebûyî bikin. Metîn Avci ne kesekî ji rêzê ye û ev biryar ji ber vê dikarin xera bibin. Em biryarê nas nakin.  Em ê hsabê Pinarê bipirsin û têkoşînê bilind bikin.”   ‘Pergal dixwaze em qebûl bikin’   Endama Meclîsa Jinan a Dem Partiyê Aysel Onen jî daxuyakirin ku piştî her komkujiyê hewl tê dayîn ku gotina ‘lê’ zêde bikin û wiha vegot: “Em jî dizanin ku her hevokek bi 'lê' heye ku hevoka berê red bike an betal bike. Sedema vê gotinê bi gotina 'erê kuşt lê ne qatil bû' kêmkirina vî sûcî ye. Ji ber ku ew her tim tiştên ku mêr dikin bi qanûn û polîtîkayên bêcezakirinê rewa dibînin. Niha li ber çavê hiqûqê bi awayekî pir zelal û vekirî vî mafî didin. Doza Pinar Gultekîn li kêleka gelek jinên hatin qetilkirin e, ji ber ku wê demê gelek jinên hatin qetilkirin jî hene, belkî me dengê wan jî nebihîstiye yan jî ew qas zêde derneketiye pêş. Her çendî Pinar Gultekîn ewqas piştgirî lê tê kirin jî bi gotina 'ev ne kujer e' bi qanûnê hewl tê dayîn normalîze bibe Pergal dixwaze em jin  van biryaran nomal bibînin û qebûl dikin. Bi vî awayî dixwazin desthilatdariya xwe biparêzin. Lê divê em piştevaniya xwe zêde bikin. Em têkoşîna xwe xurt bikin.”