TJA'yê derbarê erdhejê de daxuyanî da 2025-02-06 16:36:41       NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê salvegera erdhejê de TJA daxuyaniyek da û diyar kir ku mirov ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest dan û got: "Dê ruhê piştevaniyê û têkoşîna kollektîf mezin bikin."   Bi boneya 2’yemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereşê ku bandor li 11 bajaran kiribû û li gorî daneyên fermî 53 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn, Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Tevî vê felaketê jî me bi avakirina hêzeke rêxistinkirî ruhê hevgirtinê yê kolektîf pêş xist. Weke TJA me bi platformên jinan, komên jinan ên femînîst, hemû saziyên sivîl û dildaran re îradeyeke mezin a kolektîf nîşan da ku jiyana xwe di bin xirbeyan de rizgar bikin. Li hemberî destwerdana derengmayî û bêkêmasî ya dewletê, gel bi avakirina şebekeyên xwe yên hevgirtinê hewl da ku birînên xwe bipêçe. Weke TJA'yê ne tenê bi hemû jinên rêxistinkirî re xebatên alîkariyê meşandin, bûn hilgirê afirandina bîranîna civakî ya vê pêvajoyê. Ji ber ku me ev karesat û bêberpirsiyariya dewletê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin.   Îro pêvajoya ji nû ve avakirinê tê nîqaşkirin. Lê em dibînin ku ev pêvajo ne bi liberçavgirtina pêdiviyên gel, bi polîtîkayên navendîparêz û rantê tê xwestin bê meşandin. Plansaziya ku li herêmên erdhejê bêyî beşdariya gel were kirin, li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkan kûrtir dike. Lê pêvajoyeke ji nû ve avakirina adil bi vîna gel û bi rêbazên demokratîk û beşdariyê pêkan e. Em erdhejê weke cihê bîranînê dinirxînin û diyar dikin ku em ê ji ber xemsariyê hesab bipirsin.   Li ser vê bingehê em hemû kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Weke jin em ê bi mezinkirina ruhê hevgirtin û hêza xwe ya hevpar têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku em dizanin heta ku em hev biparêzin û jiyana xwe ya komunal ava bikin, em ê hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe misoger bikin.”