Çaremîn karwanê xelkê Kobanî ber bi bendava Tişrînê ve diçe 2025-02-06 13:57:53      NAVENDA NÛÇEYAN - Çaremîn karwanê xelkê bajarê Kobanî Ji bo tevlîbûna çalakiya ji bo parastina bendava Tişrîn ber bi bendave ve rê ket.   Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û ji bo nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, ji 8’ê Çileyê ve nobetê digire.   Îro şêniyên bajarê Kobanê ji saetên sibehê ve tevî baranê li qada Şehîd Agît kom bûn û berê xwe dan bendava berxwedanê ya Bendava Tişrînê û ji gelê navçeyên Tebqa, Reqa û Dêrezorê yên ku bi rojan e bi coşeke bilind li berxwe didin wergirin.