MKG: Di çileyê de 7 rojnameger hatin binçavkirin 2025-02-06 10:56:31       AMED - MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê de diyar kir di Çileya 2025’an de herî kêm 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî bi muameleya xerab rû bi rû man û hat gotin:"Em ê tu carî dev ji nivîsandina rastiyan, parastina heqîqetê û berdewamkirina têkoşîna rojnamegeran bernedin! "   Komleye Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê eşkere kir. MKG'ê di raporê de ragihand ku dema ku şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hatin astengkirin herî kêm 9 rojnameger jî li girtîgehan bi binpêkirina mafan rû bi rû man. Her wiha MKG'ê di rapora xwe de got:" Ev êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê parçeyek ji hewldana bêdengkirina rojnamegeran e. Lê belê rojnamevanên ku li pey heqîqetê ne, tevî her cure zextan jî wê karê xwe bidomînin!"   Di dewamiya rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê de wiha hat gotin:   "Zextên li ser rojnamegerên jin zêde dibin. Rojnamegerên ku rastiyan dinivîsin, mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan diparêzin û dengê jinan derdixin; Bi binçavkirin, girtin, tundiya fizîkî, gef û sansurê dixwazin wan bêdeng bikin. Lê dîrokê her dem nîşan daye ku zext çiqasî zêde bibin jî, rojnamegerên ku li pey heqîqetê ne, bêdeng namînin!   Di Çileya 2025’an de herî kêm 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî bi muameleya xerab rû bi rû man. Her wiha dema ku şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hatin astengkirin herî kêm 9 rojnameger jî li girtîgehan bi binpêkirina mafan rû bi rû man. Ev zextên sîstematîk ên li ser rojnamegeran ne tenê ji ber xebatên wan ên pîşeyî, ji ber jin in jî girantir tên kirin. Saziyên çapemeniyê yên ku dengê azad ê rojnamegeran didin bihîstin, tên girtin, nûçegihanên li qadê dixebitin bi hincetên keyfî tên binçavkirin, tundiya fîzîkî û derûnî ya li hemberî rojnamegeran zêde dibe. Ev êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê parçeyek ji hewldana bêdengkirina rojnamegeran e. Lê belê rojnamevanên ku li pey heqîqetê ne, tevî her cure zextan jî wê karê xwe bidomînin!   Gefên li ser rojnamegeran tenê bi zextên dewletê re sînordar namîne. Nûçegihana televizyoneke herêmî ya Xarpêtê Semra Demîrelli ji aliyê mêrekî hat gulebarankirin û bi giranî birîndar bû, piştî têkoşîna jiyanê ya 49 rojan jiyana xwe ji dest da. Vê bûyera hovane careke din nîşan da ku rojnameger ne tenê ji ber pîşeya xwe, ji ber şîdeta zayendî jî di bin tehdîdê de ne.  Zextên li ser rojnamegerên li girtîgehan sîstematîk bûye. Pirtûka ku hevalên wê ji rojnamegera girtî Serpîl Unal re şandibûn ji aliyê Girtîgeha Bakirkoyê ve bi hinceta "Kargoya di Stenbolê de nayê qebûlkirin" paşde hat şandin. Înkarkirina mafekî bingehîn ê mirovî yê mîna pirtûkan jî dide xuyakirin ku zextên li ser rojnamegerên li girtîgehan heta çi astê hatiye. Li ser rojnameger Gulistan Dursun a li Girtîgeha Sîlîvriyê ye ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve belgeya bi navê "karta terorê" hat ferzkirin û ji ber ku qebûl nekir cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Zextên derûnî yên li ser rojnamegerên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin.   Di qada dijîtal de jî hewl tê dayin ku dengê rojnamegeran bisînor bikin. Hesabê JINNEWS'ê yê Instagramê hat girtin, hesabên nû gelek caran hatin sansurkirin û ketina hesabê X (Twitter) hat astengkirin. Her wiha hewl tê dayîn ku li ser platformên dîjîtal dîtina rojnamegeran bê astengkirin. Lê ne zextên li girtîgehan, ne astengiyên li kolanan û ne jî sansura dîjîtal wê nikaribin rojnamegeran bêdeng bikin!   Di heman demê de di meha Çileyê de 31 hesabên medyaya dîjîtal ku di nav wan de @MAturkce ya Ajansa Mezopotamyayê ku 264 hezar şopîneriyên wê hebûn, @jinnewsturkce ya Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê ku 168 hezar şopînerê wê hebû û @yeniyasamgazete X jî di nav de û 125 hezar şopînerên wê hebûn, bi hincetên ‘ewlehiya neteweyî û parastina gel’ hatin astengkirin.   Îro gelek rojnameger ji ber parastina çapemeniya azad li girtîgehan girtî ne. Elîf Ersoy, Eylem Babayîgît, Hatîce Duman, Lûtfiye Burcu Kara, Necla Demîr Arvas, Ozden Kinik, Rahîme Karvar, Reyhan Hacîoglû û Zuleyha Mûldûr tenê ji ber ku rojnameger bûn hatin girtin. Ev êrîşên sîstematîk ên li dijî rojnamegeran ne tenê li ser azadiya çapemeniyê, her wiha li ser mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan jî xeteriyeke eşkere ye.  Em bang li her kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî van zextan bibin yek. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin! Divê demildest binçavkirin, girtin, zext û tundiya li ser rojnamegeran bi dawî bibe. Em ê tu carî dev ji nivîsandina rastiyan, parastina heqîqetê û berdewamkirina têkoşîna rojnamegeran bernedin!   Ji Gurbetellî bigire heta Gulistanan, ji Denîzan bigire heta Hêroyan, heta Cîhanan... Rojnamegerên jin li her derê ne!   1)Binpêkirina mafên ewlehî û mafê jiyanê yên rojnamegeran :   Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin 3 Rojnamegerên hatine binçavkirin 7 Rojnamegerên hatine girtin 4 Rojnamegerên bi mualameya ne baş rû bi rû mane 3 Rojnamegerên gef lê hatine xwarin 1 Rojnamegerên şopandina nûçeyên wan hatin astengkirin 2 Binpêkirina mafên li girtîgehan 9   2)Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamegeran:    Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin 2 Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin 1 Rojnamegerên hatine cezakirin Hejmara kesan 3 Cezayê girtîgehê 8 sal 3 meh   Rojnamegerên darizandina wan didomin Hejmara dosyayan 14 Hejmara kesan 17 Hejmara rojnamegerên girtî  (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha) 9   3)Astengiyên li ser mecrayên înternet û medyaya dîjîtal :   Hesabên Medyaya Dîjîtal ên hatine girtin: 4   Lîsteya jinên rojnameger ên girtî :    1.Elif Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê    2.Eylem Babayigit – Rojnameger   3.Hatice Duman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê    4.Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê    5.Necla Demir Arvas - Rojnameger   6.Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê ya berê   7.Rahime Karvar – Rojnameger   8.Reyhan Hacioglu – Rojnameya Yenî Yaşamê    9.Zuleyha Muldur – Ajansa Nûçeyan a Etkinê