Ji kolanên Wanê: Em qeyûman qebûl nakin û naxwazin 2025-02-06 09:04:26   Neslîhan Kardaş   WAN- Jinên Wanê der barê qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin de axivîn û gotin: “Em hevşardarên xwe hildibijêrin ew qeyûman tayîn dikin.Divê gelê Kurd li dijî qeyûman bibe yek û xwedî li hev derkeve. Dewleta Tirk li aliyekî dibêje aştî li aliyê din dibêje wekhevî û li aliyê din jî êrîş dike.”    Sê deme qeyûm tayînî şaredariyan tên kirin û her roj ên nû lê tên zêdekirin. Ji hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an het aniha qeyûm tayînî şaredariyên Colemêrg, Êlih, Mêrdîn, Xeleftî, Esenyurt, Pulur, Mîks, Dêrsîmê hat kirin. Herî dawî tayînê şaredariya Akdenîzê hat kirin û hevşaredarên wê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç hatin girtin.   Di 28’ê Çileyê de der barê hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş de bi îdiaya ‘endamtiya  rêxistinê’ doz hat vekirin û ji aliyê Dadgeha Ceza Giran a Amedê ve 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.  29’ê Çile de Sofya Alagaş ji peywirê hat girtin û walî tayînê şûna wê hat kirin.   Jinên Wanê de barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku ew qeyûman naxwazin.   ‘Em hildibijêrin ew qeyûman tayîn dikin’   Jina ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku ew li dijî qeyûman çi ji destê wan bê wê bikin û wiha got: “Em ji bo hemû Kurdan têdikoşin. Niha behsa pêvajoyekê dikin, lê me dixapînin. Di pêvajoya hilbijartinê de dema ku roja dengdanê tê em diçin dengên xwe didin. Em hevşaredarên xwe hildibijêrin, lê dîsan qeyûm tayîn dikin. Ma kurd jî ne mirov in? Ew jî mirov in, em jî mirov in. Çima li me wisa dikin?"    ‘Yekparêziyê ferz dike’   Jineke din ya navê xwe neda wiha anî ziman: “Divê li hember fikr û nêrîna gel rêzdarî hebe. Armanca qeyûman eve ku her tiştê dixwaze bi gel bidin kirin. Yanî yekparêziyê dixwaze xwe tenê ferz dike. Em qeyûma naxwazin. Divê gel li dijî qeyûman bibin yek.”   ‘Gelê Kurd tune tê hesibandin’   Miyaser Korkmaz jî axivî û anî ziman ku ew polîtîkayên qeyûm qebûl nakin û wiha dirêjî dayê: “Ev heqeret e. Gelê Kurd tune dihesibînin, îradeyê xesp dikin. Divê gelê Kurd li dijî qeyûman bibe yek û rabe ser piyan. Divê gelê Wanê li dijî qeyûman bêdeng nemîne.”   ‘Em qeyûman naxwazin’   Bedriye Çîftçî jî bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman ne raste û wiha anî ziman: “Em Kurd jî mirov in. Em hemû wekhevin. Kurd aştî û wekheviyê dixwazin. Lê ew ne samîmî ne. Dixwazin em serî bitewînin. Lê em qeyûman qebûl nakin. Divê gelê me vê qebûl neke.”   Jina bi navê Nurdan jî got gelê Kurd diçe denga xwe bi kar tîne, şaredariyan bidest dixe lê şûnde jê hevşaredar  tên girtin.