Pirsgirêkên ku jinên Sûriyeyî dijîn hatin nîqaşkirin 2025-02-04 18:12:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Tebqayê forumeke diyalogê li dar xist û tê de pirsgirêkên herî girîng ku jinên Sûriyeyê rû bi rû dimînin nîqaş kirin.   Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi beşdariya zêdetirî 80 jinan ji tevahî bajarên Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên ji partiyên siyasî forumeke diyalogê li dar xist.   Forum li kefeterya Şems a Tebqayê bi sernavê "Jina Sûriyeyê projeya ronesansa avakirina Sûriyeya aştiyê ye" hat organîzekirin. Di forumê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn li ser astengiyên siyasî û civakî ya li pêşberî jina Sûriyeyê û mijara duyemîn li ser çawaniya parastina pirrengiya çandî li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.   Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêr Senûh û dadgera Meclisa Edaleta civakî ya kantona Reqayê Alîf Şêx Mihemed li ser mijarên sereke yên ku jinên Sûriyeyê pê re rûbirû ne axivî û got jin di aliyên diyarkirina aqûbeta xwe de, beşdariya pêvajoya siyasî ya avakirina Sûriyeya nû û beşdariya sazkirina destûrê de rastî astengiyan tên.   Di mijara duyemîn de jî lêkolîner Rinde El Icêlî û cîgira Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Muslim axivî û diyar kir ku ji ber ku Sûriyeyê xwedî pir etnîkî, pirolî û pir rengî ye, divê ev pirrengiya çandî bi rêya berevaniya mafên wan û nedûrxistina wan ji tu pêvajoyeke siyasî ji bo siberoja Sûriyeyê, were parastin.   Piştî her du mijar hatin şîrovekirin, beşdaran nêrînên xwe yên têkildarî mafên xwe, parastina xwe û rêbazên geşkirina wekheviyê di civakê de gotin.Forum bi encamnameyekê bi dawî bû.   Encam nameya ji  aliyê rêveberiya Komîteya Ragihandinê ya Meclsia Jinan a Sûriyeyê Medya Mudewer ve hat xwendin û wiha ye:   *Lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinan ku tê de tevahî jinên Sûriyeyî beşdar bin.   *Têkilî bi jinên di girtîgehên rejîma berê de ragirtîbûn re bên danîn.   *Veguhestina destkeftiyên şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî parêzgehên Sûriyeyê.   *Garatniya beşdariya jinan di qonaxa veguhastinê de.   *Asta xebata jinan li Sûriyeyê bê bilindkirin.   *Parastina pirrengiya çandî li Sûriyeyê.   *Beşdariya jinan di nivîsandina destûra Sûriyeya nû de.   *Nûnertiya adilane jinan re di tevahî aliyan de.   *Hesabpirsîna sûcdarên şer li Sûriyeyê û di Sûriyeya nû de kesên jin qetil kirine neyên qebûl kirin.   *Neqebûlkirina fikra Sûriyeya rizgarî digel hebûna Tirkiyeyê  li ser xaka Sûriyeyê.