Ji Sêrtê peyama 'Berxwedan jiyan e' 2025-02-04 13:59:26      SÊRT - Têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê li ber şaredariyê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku 7 roj in li ber xwe didin û dê bi berxwedanê bi ser kevin.   Çalakiyên li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Sêrtê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ev 7 roj in didome. Îro jî çalakiya li hemberî qeyûm li ber şaredariyê dewam kir. Di daxuyaniya ku li ber şaredariyê hat dayîn de Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi, endamên meclîsê, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Sêrtê amade bûn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de pankarta "Qeyûm darbeya li hemberî vîna gel e' hat vekirin.    Di daxuyaniyê de hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn axivî û da zanîn ku 7 roj in li hemberî zîhniyeta qeyûm li ber xwe didin û wiha bal kişand ser hevdînên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk tê: "Em ji Sêrtê banga piştevaniya diyalogê dikin. Em hêvî dikin ku pêvajoya diyalogê veguhere muzakereyan û bêhiqûqiya ku tê kirin ji holê rabe. Em dixwazin aştî û demokrasî li vî welatî serdest be. Em ê li dijî bêhiqûqiyê li qadan bin û mafê xwe ya demokratîk bikar bînin."   Hevşaredar Sofya Alagaş jî da zanîn ku 7 roj in li ber xwe didin û wiha bi lêv kir: "Avahiya xizmetê ya şaredariyê kirin qereqol. Bi daxuyaniyan hewl didin hişmendiyek avabikin û ev kesên ku niha ji kar hatin dûrxistin rast e 76 salî ye. Belê me girt kar. Ji ber ku di dema borî ji hêla qeyûm ve ji kar hatibû dûrxistin. Mexdûrê dema borî bû. Niha li vî bajarî bi sedan kes hatin mexdûrkirin. Em ê gotinên wan teşhîr bikin. Tiştên ku dikin ne xêra vî bajarî ye."   Parlammenter Sabahat Erdogan Saritaş jî destnîşan kir ku li aliyek tayînkirina qeyûm heye û li aliyek jî derbarê aştiyê de axaftin tên kirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo Gelê Kurd û civak Tirkiyeyê em tenê jiyaneke wekhev dixwazin. Em ê ji bo zarok û jin neyên qetilkirin, jiyaneke bi aram pêk bê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha dixwazin jin di nava civakê de pêşengtiyê nekin. Ji pergala hevserokatiyê ditirsin, lê divê bizanin ev zîhniyeta qirêj dê ji holê rabe. Heke di vê pêvojê de samîmî nebin dê gelên Tirkiyeyê winda bikin. Em li dijî bêhiqûqiyê heqîqetê diparêzin. Em dikarin bi hev re jiyaneke bi aram avabikin. Serkeftin dê bibe ya me."    Daxuyani bi dirûşma “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e", “Bijî berxwedana Sêrtê” û “Dê qeyûm biçin û gel dê bê" bi dawî bû.