Li hemberî jinan êrîşeke nû: Rewşa şexsî û Qanûna Efûya Giştî 2025-02-04 09:03:50      Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Parêzera femînîst Canan Arin a ku Qanûna Rewşa Şexsî û Efûya Giştî ya ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye qebûlkirin û bandora van gavan nirxand û got: “Qanûna bêdengkirina  jinê ye. Ev qanûn binpêkirina mafên mirovan e. “Mafên ku jinan bi dest xistine ji asîman bi zembîlan daneketiye. Ji bo vê jî divê jin li ber xwe bidin."    Êrîşên li dijî jiyan û mafên jinan, di encama zîhniyeta serdest a mêr de her ku diçe zêde dibin. Tevî gelek bertekan jî Parlamentoya Iraqê di 20'ê Çileyê de di bin navê reformê de Qanûna Rewşa Şexsî û Efûya Giştî deng da û qebûl kir. Bi pejirandina qanûnê zewaca keçên 9 salî û xortên 15 salî bêyî dadgehê dikare bê pêkanîn. Bi vê qanûnê re jin ji mafên mîras, xwedîlêderketinê û dayiktiyê bê par hatine hiştin. Di Qanûna Efûya Giştî de serbestberdana endamên DAIŞ'ê jî heye. Parêzera femînîst Canan Arîn, der barê bandora êrîşa li ser mafên jinan a li Iraqê ya li ser Tirkiyeya ku bi şev ji Peymana Stenbolê vekişiya, nirxandin kir.   Berdêla têkoşîna jinê ya ji bo hebûnê   Canan Arin, anî ziman ku jinê tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê debas kiriye û destnîşan kir ku di Civîna Neteweyên Yekbûyî ya ku di sala 1993'an de li Viyanayê hat lidarxistin de hat qebûlkirin ku jin mirov in û ji ber vê yekê xwedî maf in û beriya vê jî têgîna mirovbûnê tenê mêr di nav xwe de dihewand. Canan Arîn got, “Ger îro mafê me hebe, ger em piçekî li dora xwe digerin, ger dengê xwe bilind dikin, bedela vê gelek jinan bi jiyana xwe dane. Mînak, Danezana Mafên Mirovan a 1789-an bi rastî Danezana Mafên Mirovan a 1789-an e, ji ber ku meriv mêr tê hesibandin û fransî zimanek nêr û mê ye, ev danezana mafên mêra tê hesibandin. Jina bi navê Olympe de Gouges jî ev yek dîsa wekî Danezana Mafên Jinan nivîsand û berdêla vê yekê jî di 3'ê Mijdara 1793'an de serê wê bi giyotînê hatiye jêkirin. Ji ber vê yekê, ya ku îro di destê me de ye, bi saya têkoşîna jinên ji hemû koman e ku bi sedsalan bingeh danîne. Li Tirkiyeyê û li hemû cîhanê faşîzmeke mezin heye. Li Tirkiyeyê jî faşîzm bi heman rengî belav dibe. Muxalefeta herî baş tenê ji aliyê jinan ve tê kirin."   'Ji bo jinan bêdeng bikin qanûnan derdixin'   Canan Arin, anî ziman ku jin mûxalefeta herî xurt pêk tînin û têkoşîna jinan roj bi roj mezin dibe û ji ber vê yekê zext zêde dibin, Canan Arin, da zanîn ku qanûnên ku li parlamentoya Iraqê hatine qebûlkirin parçeyek ji van zextan in û ev yek weke 'xetere' nirxand ku gelek mafên wek mafê mîras û xwedîderketin tê hedefgirtin. Canan Arîn got, “Ji bo bêdengkirina jinan, zext û zordariya li ser jinan tê astengkirin, hemû mafên wan tên desteserkirin û ji bo vê qanûn tên derxistin. Bi awayekî trajîkomîk, mêr di derbarê jiyana me de biryaran didin. Ji ber vê yekê mêr van qanûnan çêdikin. Em ê heta kengî bijîn, em ê çi bixwin, em ê çi vexwin, em ê çend zarokan bînin dinyayê derbarê van hemûyan de tu agahiya me tune ye û mêr li ser navê me biryarê didin. Ev şerm e. Mirovek çawa dikare bi zaroka 9 salî re bizewice?   'Binpêkirina mafên mirovan'   Canan diyar kir ku dibêjin,“Hûn dikarin di 9 saliya xwe de bizewicin, dibêjin pêxember di 6 saliya xwe de zewicî ye." Lê ev şerm e. Canan Arin got, "Serê van mêran ji navê berjêr dixebite. Ev qanûn bi rastî binpêkirina mafên mirovan e. Ev qanûn jian mirov nahesibîne. Jin weke milk dibîne. Hêvîdar im rayedarên Tirkieyê ji vê yekê îlham negirin û hewl nedin tiştekî wiha bikin. Her terîqetek ji xwe re tiştekî çêdike. Lê ev qanûn tunekirina mafên jinan, tepisandina jinan, destavêtina zarokan e. Tişta ku jê re dibêjin namûs, tenê ji bo jinan û hin beşên laşê jinê derbas dibe. Tenê rêgezên ku ji bo laşê jinê di bin kontrolê de bin ji bo wan rûmet in. Lewma ev terîqat gelek xeternak in. Ew bi rastî hewce ne ku bêne girtin. Ji ber vê jî meylên bi vî rengî gelekî xeternak in.”   Çi li hêviya jinê ye...   Canan Arin, destnîşan kir ku divê jin pir hesas û baldar bin, Canan Arin anî ziman ku qanûnên heyî ji bo mafên jinan tu garantiyê nadin û diyar kir ku li Tirkiyeyê îhtîmal heye ku gavên dijhiqûqî bên avêtin. Canan Arîn jî got, “Kesê dengê xwe bike, dixin girtîgehê û jiyana mirovan têk dibin. Sûcdarên mafdar li kolanan digerin. Her roj herî kêm sê jin tên kuştin. Mêrek tê û li gor dilê xwe dibêje 'Ez ji Peymana Stenbolê derketim'. Dotira rojê, mêrekî din paralelê wî dibêje, 'Ez niha dikarim jina xwe bi rihetî bikujim?' Hiş û fikra wan li ser kuştinê ye. Ji ber vê yekê ez nizanim çi bibêjim. Ji ber vê yekê mixabin li Tirkiyeyê faşîzm bi tundî belav dibe. Her ku faşîzm belav dibe, helbet mafên jinan yek ji mafên herî hedef tê girtine. Ez hêvî dikim ku jin destûrê nedin vê. Dema ku ez di salên 60-î de li fakulteyê bûm, hiqûqnasekî Îtalî hebû ku di pirtûka xwe de digot  Heke hûn dixwazin cezayek bi bandor be, divê hûn wî cezayî yan qet nedin an jî cezayê ku hûn didin heta dawî bidomînin. Ger piştî wî cezayî hûn ji 15 deqîqeyan carekê efûyê dernexin, hûn kesê ku bi wî cezayî hatiye cezakirin bi cesaret dikin.' Bi rastî pêdivî ye ku meriv rêzikên qanûnê bicîh bîne. Serbestberdana endamên DAIŞ'ê li Iraqê wê kuştinan hîn zêdetir bike, bibe sedema zordestiya li ser jinan û vekişîna ji hemû mafan. Ew dibe sedem ku em dîsa vegerin serdema kevirî."   'Maf ji ezman bi zembîlan danekein, divê em li ber xwe bidin'   Canan Arîn di dawiyê de wiha got: Ez fêm nakim dema ku karekî jinan eleqeder dike derdikeve çima li ser mafên me mêr biryarê didin. Em derbarê wan de biryarê nadin. Ji ber vê yekê, divê ew jî nikaribin di derbarê jiyana me de bêyî nêrîna me biryarê bidin. Pêwîste jin li hemberî van desteserkirina mafên xwe li ber xwe bidin. Divê jin di nava hevgirtin û berxwedanê de bin. Divê tu carî dest ji mafên xwe bernedin. Îro dema ku mafekî bi qasî mûyekî biçûk tê ji dest bidî, piştî wî mafî yekî din tê desteserkirin. Ji ber vê yekê divê jin di tu mijarê de tawîz nedin, li ber xwe bidin, bibin yek û piştgiriyê bidin hev. Divê jinên ciwan jî ji bîr nekin ku mafên wan ên niha ji asîmanan bi zembîlan daneketine. Ev buhayê jiyana gelek jinan hatine bidestxistin û divê ji ber vê yekê ji bo parastina van mafan têkoşînê bidin."