Li navçeyên Amedê banga 'Mîtînga Azadiyê' hat kirin 2025-02-03 19:40:50   AMED - DEM Partî û DBP'ê ji bo mîtînga 8'ê Sibatê li Qada Îstasyonê ya li taxên Peyas û Xana Axparê di çarçoveya "Mîtînga Azadiyê" de bê lidarxistin, belavok belav kirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo "Mîtînga Azadiyê" ya di 8'ê Sibatê de li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, belavok belav kirin. Di dema belavkirina belavokan de ku di nav de Parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên  bajêr û navçeyan, Hevşaredarên Xana Axpar û Peyasê jî hebûn, banga mîtîngê li her du navçeyan hat kirin.