Meclisa Şaredariya Sêrtê di çalakiya nobetê de civiya 2025-02-03 12:34:12     SÊRT - Meclisa Şaredariya Sêrtê di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm de civîna xwe ya meha Sibatê lidarxist û bertek nîşanî qeyûm da û hat diyarkirin ku dê li her derê ji bo gelê xwe têkoşînê bidin.   Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê didomin. Welatiyên li pêşiya şaredariyê hatin gel hev gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Gelê Kurd”, “Qeyûmê dizek”, “Em ê bi berxwedanê biser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Hevşaredar û endamên meclîsê yên ku nehiştin bikevin şaredariyê, li ber şaredariyê civîna keclîsê ya meha sibatê wergirtin.    Parlamenterên DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî civînê bûn. Hevşaredarê Şaredariya Sêrtê Mehmet Kaysî di civînê de axivî û diyar kir ku 20 endamên meclîsê yên DEM Partiyê û 11 endamên AKP'ê yên meclîsê hene. Mehmet Kaysî, destnîşan kir ku endamên meclîsa AKP'ê nehiştin endamên partiya wan bikevin şaredariyê. Mehmet Kaysî banga rawestandina vê bêhiqûqiyê kir.   Hûn ê dîsa winda bikin   Hevşaredar Sofya Alagaş jî destnîşan kir ku îro li gelek deverên cîhanê jinên kurd roleke sereke lîstine ku ji cîhanê re bûne îlham û wiha bi lêv kir: "Dema ku hûn li vir zordestiyê dikin, têkoşîna me ya bi rûmet li seranserê cîhanê belav dibe. Zihniyeta qeyûm êrîşa li dijî hevserokatiyê ye. Êrişa li dijî destkeftiyên jinan e. Qeyûm kolonyalîst e. Tiştê ku gelê we ye tune bike. Êrîşa li dijî çand û ziman e.   Endamên meclîsê  li vir in, lê endamên meclîsa AKP'ê ne li vir in. Li şûna we qeyûm hat tayînkirin, hûn li ku ne? Çima hûn mafên xwe naparêzin? Em ê bi gelê xwe re biryaran bidin û xebatên xwe bidomînin. Em biryara ku hatiye dayîn nas nakin. Ew çi bikin jî, em ê her gav bibin şagirtên wan."    Piştre civîna meclîsê dest pê kir. Rojeva civînê bû tayînkirina qeyûman.    Civîn bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadi” û “Biji berxwedana Gelê Kurd” bi dawî bû.