Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî 2025-02-01 19:37:48   STENBOL- Meclîsa Jinan KCDP’ê û Federasyona FemînîstênCiawn, der barê Rojîn Kabaîş ya bi guman jiyana xwe ji dest da  daxuyanî dan û diyar kirin ku çim ali ser dosya Rojîn Kabaîş biryara sînorkirinê heye.   Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) û Federasyona Femînîstên Ciwan, der barê Rojîn Kabaîş ya li Wanê bi guman jiyana xwe ji dest da û 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin, li Kadikoy a Stenbolê li ber Operaya Surreya  daxuyanî dan. Wêneyên Rojînê hatin hildan û pankarta ‘Çi bi Rojînê hat’ hat vekirin. Her wiha dirûşmeyên ‘Êm ê kuştinên jinan rawestînin’ , ‘Wê mirina Rojînê tariyê de nemîne’ hatin berzkirin.   Nûnera Federasyona Femînîstên Ciwan Guneş Akşahîn diyar kir ku malbata Rojîn Kabaîş ji roja ewil de têdikoşe û ji bo serê bûyerê girtin di hewldanan de ne. Guneş Akşahîn pirsa ‘Çima li ser dosyayê sînorkirin heye? Mafê malbatê mafê parêzeran heye her tiştî bizanbin’ pirsî û got mafê wane ku doza Rojîn Kabaîş bişopînin. Guneş Akşahîn der barê mijarê de bang li rêxistinên jinan kir ku têkoşînê mezin bikin.   Ji meclîsa Jinan a KCDP’ê  Esin Îzel Uysal jî axivî û daxuyakirin ku wê ji Wanê heta Stenbolê pirsa ‘çi bi Rojîn Kabaîş hat?’ bipirsin û got der barê jinên tên qetilkirina de lêpirsînek bi bandor nayê meşandin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.