Li Bexdayê jin li dijî Qanûna Rewşa Kesî daketin qadan 2025-02-01 18:26:02   NAVENDA NÛÇEYAN-  Li  paytexta Bexdayê jinan li dijî erêkirina guhertina Qanûna Rewşa Kesî ya ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hat kirin, xwepêşandan lidarxistin û nerazîbûn nîşandan.   Di 21’ê Çileyê de Parlamentoya Iraqê projeyasaya guhertina Qanûna Rewşa Kesî ya Iraqê a bi hejmara 188 ya 1959’an, tevî bertek û nerazîbûnan li gel du qanûnên din erê kir. Vê yekê rê li ber nerazîbûn û bertekên tund ên navxweyî û derveyî vekir.   Di heman çarçoveyê de îro bi pêşengtiya Hevpeymaniya 188, bi beşdarbûna dehan jin û çalakvanan, li paytexta Bexda ya Iraqê, li dijî erêkirina guhertina Yasaya Rewşa Kesî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve, xwepêşandan hate lidarxistin.   Xwepêşanderan bi pankartên ‘Qanûnê qebûl nakin’ û ‘Guhertina Qanûna Rewşa Kesî li ser bingeha mezhebperestiya nijadî bû’ nivîsandî hildan û diyarkirin ku guhertina vê qanûnê red dikin.