Tirkiyeyê êrişê Rojava kir 2025-01-31 19:41:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê êrişên li dijî gundewarê Firatê firehtir kir û gundên Şemsîn û Sefawiye bombebaran kir.   Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Tirkiye  û çeteyên girêdayê wê gundê Şemsîn ê rojavayê bajarê Girê Spî, gundê Sefawiye yê rojhilatê Eyn Îsayê bombebaran dikin.   Beriya wê jî, Tirkiyr û çeteyên girêdayê  wê gundê Tirweziye yê bajarokê Silûkê û gundê Îbrahîm Kurdo yê bajarê Girê Spî topbaran kiribûn.