Berxwedana Tişrînê didiome 2025-01-31 19:11:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Karewanê şêniyên bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrikê, Til Hemîsê û Amûdê gihaşte bendava Tişrînê ji bo ku tevli xwepêşandanên ji 4`ê Çileyê ve berdewam in, bibin.   Vê sibê bi sedan şêniyên bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrikê, Til Hemîsê û Amûdê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin ji bo ku tev li nobeta ji 4`ê Çileyê ve li dar ketiye bibin.    Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) karewan gihaştiye bendavê û ji aliyê xwepêşandêrên li wir ve bi dirûşmeyan hatiye pêşwazkirin.   Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendava Tişrînê, şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê li dijî bendavê û herêmê û ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin, ji 4`ê Çileyê ve nobetê li bendavê digirin.