Li dijî madeyên hişberê li Amedê navendek hat vekirin 2025-01-31 14:52:38     AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Madeyên Hişber ku dê piştgiriyê bide kesên bikaranîner û malbatên wan vekir.    Serokatiya Xizmetên Civakî, ji bo zêdekirina hişmendiya berpirsiyariya civakî ya derbarê madeyên hişber û pêşkêşkirina piştgiriya psîkososyal ji bo kesên bikaranîner û malbatên wan, li Xaniyê Kevirî yê li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Madeyên Hişber vekir. Di merasîma vekirinê de Hevserokên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serokên daîreyan, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ku di vî warî de dixebitin û endamên partiyên siyasî beşdar bûn.   Beriya merasîma vekirinê, li salona civînê ya li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin ku tê de agahî derbarê Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Madeyên Hişber hat dayîn.   'Li vir dê destpêkirina ji nû ve mimkun be'   Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim di axaftina xwe ya vekirinê de got ku bi moral û motîvasyona ku Hevserokên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun dane, xebatên navendê şikil girtine.    Hevserok Bucak: Em li pey 10 salên windakirî ne   Hevserok Serra Bucak di civînê de bîr anî ku di salên 2014-2015'an de Navenda Hevra ya ku li dijî madeyên hişber di bin banê şaredariyê de xebat dikir û gelek qadên ku şaredariyên navçeyan ava kiribûn hebûn lê ev qad hatin astengkirin. Serra Bucak wiha domand: "Eger ev qad nehatibana astengkirin, bêguman îro jî em dê rê û rêbazên têkoşîna li dijî madeyan gotûbêj bikirana lê rewş dê ewqas giran nebûya. Tecrûbeya me ya ku em dijîn vê nîşan dide; me dest avêt ku derê, em rastî wêraniyeke mezin tên. Em 10 meh in vê dibêjin, carinan em rastî rexneyan tên, wek ku em vê wek henceta karên ku me nikaribû bikin bi kar tînin. Na, ne wisa ye. Em li her derê mecbûr in ku karê ku em dikin biparêzin û rave bikin. Em ne li pey hencetekê ne; berevajî em li pey 10 salên windakirî ne. Em li pey 10 salên ku dane windakirin in. Dema em dibêjin 'dane me', ne ji rêveberiya hilbijartî, ne ji partiya ku wek îrade hatiye vir, em behsa 10 salên ku dane windakirin a gelê herêmê dikin. Ji ber vê sedemê divê em vê xebatê ji duh gelekî zêdetir girîng bibînin, zêdetir lê xwedî derkevin."   'Em dixwazin xebatê mezin bikin'   Serra Bucak destnîşan kir ku di vekirina navendê de wan hewcedarî bi ravekirin navendê dîtin û got: "Ji ber ku ev qadeke zor û şewat e. Têkoşîna bi vê qada şewat re hin mahremiyetan û fedakarî û berpirsiyariyeke mezin dixwaze. Em wek Şaredariya Amedê niha bi 4 pisporên xwe dest bi rê dikin. Navçe û kî dixwaze di vî warî de piştgiriyê bide me, em dixwazin vê xebatê mezin bikin û em girîngiyeke mezin didin vê xebatê. Em îradeyekê ne, ev bûdçe bûdçeya gel e, eger ev bûdçe ji bo pirsgirêka herî şewat a gel neyê veqetandin, dê ji bo ku bê veqetandin. Em vê hesasiyetê ji hemû şaredariyên navçeyan dipên, divê em avakirina îstasyonên li navçeyan jî ji niha ve wek xebatekê deynin pêşiya xwe."   Serra Bucak got ku ew ê zarok, ciwan û hemû beşên civakê bi navendên spor û çand û hunerê re bidin hevdîtin û xebatên xwe mezin bikin.   Pêşkêşî hat kirin   Piştî axaftinan, Pispora Xizmetên Civakî Berfin Ayyildiz, derbarê pêbendîbûna bi tîryakkêşî çi ye û çima ew navend vekirin de pêşkêşiyek pêk anî.   Piştî ku civîn bi dawî bû, Hevserokan serdana navendê kir û derbarê xebatan de agahî wergirt.