Meşa ji bo Abdullah Ocalan di roja duyemîn de ye 2025-01-22 20:17:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj di roja xwe ya 2’yemîn de li bajarê Vannesê berdewam kir. Meşvanan li ser rêya xwe bi hin kesên cuda re hevdîtin pêk anîn û têkildarî tecrîda Îmraliyê û sûcên şer ên Tirkiyeyê dosya pêşkêş kirin.   Meşa Dirêj a ku di çarçoveya ‘Pêngava Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li bajarê Lorient ê Fransayê hatî destpêkirin, bi coşeke mezin berdewam dike. Meşa Dirêj îro di roja xwe ya 2’emîn de li bajarê Vannes ê Fransayê hate destpêkirin. Meşvanên ku li pêşiya Şaredariya Vannesê li hev civiyan, li vir daxuyaniyeke çapemeniyê dan.    Meşvanan diyar kir ku wan bi şîara ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ meşa xwe dane destpêkirin û dan zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê girêdayî hev in û heta Abdullah Ocalan azad nebe tu kes azad nabe.   Meşvanan bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha gotin: “Ev pêvajo ne pêvajoya sistbûn û bendewariyê ye, berovajî wê pêvajoya mezinkirina berxwedan û têkoşînê ye. Hewce ye em destê Rêber Apo xurt bikin û encameke bi dest bixin.”   Dosya hat pêşkêşkirin   Çalakvanên ku piştî daxuyaniyê dest bi meşa xwe kirin, li ser rêya xwe bi rêxistinên civakî û partiyên siyasî re hin hevdîtin pêk anîn û têkildarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan û sûcên şer ên Tirkiyeyê ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û li hemû Kurdistanê dike, dosyayek pêşkêş kirin. Her wiha belavok jî hatin belavkirin.    Ji bo mîtîn û meşê bang hat kirin   Her wiha di dema hevdîtin û belavkirina danezanan de ji bo tevlîbûna mitîng û meşa mezin a ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê werin lidarxistin bang hatin kirin.    Meş wê sibehî li bajarê Nantes ê Fransayê berdewam bike.