Hevpeymaniya 188 sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî şermezar kir 2025-01-22 15:19:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya 188 a Silêmaniyê erêkirina guhertina Yasaya Rewşa Kesî şermezar kir û wek biyarek dijmirovî bi nav kir.   Duh Parlamentoya Iraqê ligel du projeyasayên din, guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya ku wek binpêkirina mafê civakê taybet jin û zarokan dihate pênasekirin, pejirand.   Di çarçoveya nerazîbûn û bertekên dijî vê biryarê de, Hevpeymaniya 188 a Silêmaniyê îro li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê li darxist. Daxuyanî ji aliyê Endama Hevpeymaniya 188 Razaw Gulê ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin:    “Duh Iraqê bi lihevkirina partî û aliyên cuda bazirganiyê li ser jiyana hemû civaka Iraqê bi taybetî zarok, ciwan, jin û malbatan kir. Li navxweyiya Iraq û Kurdistanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin, ji Parlamentoya Iraqê re daxwazname hatin şandin û xwepêşandanên tund hatin rêxistinkirin. Bi awayekî zelal û vekirî encam û bandorên nerênî hatin gotin. Her wiha metirsiya sererastkirina yasayê di nav yasanas, dadger û parêzeran de hate destnîşankirin ku yasayek bi vî rengî dê civakê paşde bixe û ewlehiya zarok û ciwanan, jin û malbatan bixe xeteriyê. Mixabin, pêla kevneperestî û zilamsalar zû proje bi pêş xist û dengdan li ser yasayek ku ji bo Çaxa Navîn jî ne guncaw û bibe di asta navneteweyî de bibe xalek reş û şermek mezin, pêkanî.   Di vê sererastkirinê, du madde hatine destgirtin ku yek ji wan madeya 2 ye û tê de behsa vegera ji bo mezhebên Şîe û Sunne dike ku dê bibe sedema parçekirina civakê li ser bingehê mezheban. Her wiha benda 5 a madeya 10 ku zewaca li derveyî dadgehê qedexe dike, betal bike. Ev yasa 15 sal in li Herêma Kurdistanê kar pê tê kirin, lê Yasaya Rewşa Kesî hikûmetê neçar dike ku hemû zewacên dervey dadgehê bipejirîne û ti desthilatek ji bo dadwer û dadgehê nemîne.   Em weke Hevpeymaniya 188 a Silêmaniyê vê biryarê şermezar dikin û yek ji yasayên herî nemirovî yên vê serdemê dibînin. Li aliyekê din ev yasa berevajî peymanên navnetewî yên li ser mafên zarokan û mafên mirovane ku binpêkirina serweriya yasayê ye. Di heman demê de yekem care ku di Parlementoya Iraqê de sê proje bi yekcarî dengdan li ser tê kirin û ev jî berevajî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoyê ye."   Hêjayî gotinêye ku bi vê sererastkirinê di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Bi sererastkirina vê yasayê wê rê ji zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn.