Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin 2025-01-22 14:02:32     STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê ya 3 mehan eşkere kir. Şaxa ÎHD’ê got ku li girtîgehên behsa xeberê hezar û 572 binpêkirin û li Girtîgeha Îmraliyê jî 144 binpêkirin hatine tespîtkirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin, bi daxuyaniyeke li komeleyê eşkere kir. Rapor, ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn ve hate xwendin.    Li gorî raporê, 5 jê girtiyên jin, 43 jê yên zilam, 9 jê girtiyên edlî û 39 jê girtiyên siyasî ji 16 girtîgehan bi giştî 48 serlêdanên binpêkirinan hatine kirin. Di raporê de hate gotin ku di encama serlêdanan û lêkolînên li ser dezgehên çapemeniyê hatine berhevkirin de bi giştî hezar û 572 binpêkirin hatine tespîtkirin. Hat diyarkirin ku binpêkirinên weke îşkence, derbkirin, muameleya xerab, nêzikatiyên biçûkxistinê, mafên tenduristiyê, mafên xwarin û vexwarina bitendurist û xwegihandina ava paqij, cîbicîkirina pêdiviyên sereke û hwd. hatine kirin. Di raporê de hat gotin 3 caran mafê jiyanê hatiye binpêkirin; 457 binpêkirinên weke îşkence, derbkirin, miameleya xerab û biçûkxistinê hatine kirin; 142 caran mafê tenduristiyê hatiye binpêkirin û 245 caran jî binpêkirina mafê ragihandinê hatiye kirin. Bi domdarî hate gotin ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday di 2’yê Cotmeha 2024’an de li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ya Stenbolê û girtî Îbrahîm Hakki Savaşerî jî di 5’ê Cotmeha 2024’an de li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê jiyana xwe ji dest daye.    Daneyên wezaretê   Di berdewamiya raporê de hate gotin ku 2 jê li Herêma Marmarayê bi giştî 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hatin parvekirin: “Qedexeyên keyfî, îşkence û pirsgirêkên di mijara tenduristî û tedawiyê de tên jiyîn, li ser mafê jiyanê gefekê mezin e. Wezîrê Dadê di 5’ê Kanûna 2024’an de li Meclisê bersiveke nivîskî da pêşnûmepirsekê. Di bersiva xwe de diyar kir ku di 11 mehên ewil ên sala 2024’an de li girtîgehan 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Vê daxuyaniyê bandoreke mezin kir. Lê raya giştî ji 10 paran hay ji parekê van mirinan hebû. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêkên di nava çar dîwaran de veşarî dimînin û pir kêm ji wan tên parvekirin. Vê jî kir ku hemû kesên di vê qadê de xebatan dimeşînin, gumanan ji rêbazên xwe yên lêkolînê bikin.”    'Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin'   Di raporê de hate diyarkirin ku têkildarî qedexeya hevdîtinê ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li wir tê ragirtin, 144 binpêkirin hatine tespîtkirin. Her wiha hate gotin ku li girtîgehên bi tîpa S û Y’yê û yên bi Ewlekariya Bilind jî tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin. Di raporê de hat gotin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê nirxadina xwe ya “başhaliyê” li gorî tevlinebûna qursa olê, neçûna qawîşên kesên serbixwe, redkirina hevdîtina bi melayî re, gerandina govendê, berzkirina dirûşman, pîrozkirina Newrozê û hwd. dinirxîne.    Her wiha di raporê de bal kişandin ser “Mafê hêviyê” û “tehliyekirina girtiyên nexweş” ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fethî Yildiz behsa wan dikir û hat xwestin ku di vê mijarê de tavilê gavên şênber bên avêtin.    Di beşa encamê ya raporê de jî hate gotin ku divê binpêkirinên li jor hatine rêzkirin tavilê bên çareserkirin, tecrîda girankirî were rakirin, sepanên keyfî bên bidawîkirin û tevdîr bên girtin.