Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe 2025-01-21 12:41:46       AMED - Meclîsa Jinan a DBP'ê encamnameya civîna xwe eşkere kir û got: "Ji bo pêvajo bitendurist û jidil were meşandin, divê birêz Ocalan tavilê azad bibe.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 12’ê Çileyê de 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist û di 18’ê Çileyê de jî yekemîn civîna Meclisa Jinan a DBP’ê hate lidarxistin. Meclisa Jinan a DBP’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir. Encamname, bi daxuyaniyeke nivîskî hate eşkerekirin.    'Êrişê destkeftiyên gelê Kurd dikin'   Encamnameya Meclisa Jinan a DBP’ê wiha ye:    Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin û hêzên hegemonîk ên gerdûnî di nav xwe de dihewîne. Ev pêvajoya ku bandorê li hemû cîhanê û Tirkiyeyê dike, bi geşedanên li ser ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn didome. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn kûr dibe, şerê modernîteya kapîtalîst a li dijî jin, gelan, civak û xwezayê nîşan dide. Gelê Kurd ê ku yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, bi awayeke sereke di bin bandora vî şerî de dimîne û her êrişeke li dijî gelê me jî di heman demê de êrişa li dijî destkeftiyên gelê Kurd e.   Sûcên giran ên şer pêk tînin   Zîhniyeta ku di sedsala 21'an de êrişî mafê statuya gelê Kurd dike, di heman demê de êrişî statûya wekhev û azad a jinê jî dike. Şoreşa Jinê ya Rojava ku di hedefa van êrişan de ye, di şexsê jin û gelê Kurd de hemû şert û mercên jiyana wekhev û azad nîşanî hemû cîhanê da. Bi taybetî li dijî modela neteweya demokratîk û rastiya şoreşa jinê ya ku li Rojava derketiye holê, çete û şirîkê xwe bi balafirên şer, SİHA û çekên giran sivîl, jin û ciwan li ber çavên hemû cîhanê hedef digrin û qetil dikin; sûcên giran ên şer pêk tînin.   Mmodela jiyana bi hev re    Birêz Ocalan li dijî van geşedanan demeke dirêj a berê bi pêşdîtin û nirxandibû xwe bi awayekî berfireh çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş kir, li dijî vê pergala ku Rojhilata Navîn kiriye erdnîgariya qirkirina jin, xweza, çand, nasname û mezheban, bir çareseriya neteweya demokratîk, modela jiyana bi hev re ya bi derfetên azad û wekhev derxistiye holê.   Qirkirina civakê   Di heman demê de weke jinên Kurd, di her kêliya jiyana me de êrişên ku polîtîkayên şerê taybet di asta herî bilind de pêk tên û qirkirina jin, xweza û civakê dike hedef didome. Modernîteya kapîtalîst, netew-dewlet û serdestiya mêr, ji bedena jinan bigire heta nasnameya wan, ji zimanên wa bigire heta çanda wan, ji xaka wan bigire heta çemen wan, ji qadên jiyanê bigire heta ked û baweriya wan, li her qadê bi polîtîkayên şer êrişî jinan dike. Di şexsê jinê de polîtîkayên qirkirin, talan, înkar, îmha û asîmîlasyonê veguheriye qirkirina civakê.   Li gor berjewendiya gel û jinan têkoşin    Ev pêvajoya ku em weke Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk ji nêz ve dişopînin û rasterast bandora xwe li nasnameya jinên Kurd dike, em dizanin ku ji bo hemû gelan û jinan bi gelek îxtîmalan pêş dikeve. Bi feraseta me ya ku bi paradîgmaya azadîxwaziya Demokratîk-Ekolojîk a jinê tevdigere, ji bo guhertina cîhanê fikreke xurt e, bi vê ferasetê em ê berpirsyariya li ser milê xwe bi cih bînin û ji bo ku ev îxtîmal li gor berjewendiya gel û jinan pêk were em ê têbikoşin.   Berpirsyariya hevpar    Ev pêvajoya ku nû dest pê kiriye ewqas bi qiymet e ku divê ji bo berjewendiyên şexsî û siyasî yên ti partî û karekteran neyê bikaranîn. Şert û mercên aştiyê ji şert û mercên şer dijwartir e, em ê jî bi vê feraset û berpirsiyariyê tevbigerin. Ji bilî tayînkirina qeyûman, binçavkirin û girtin, polîtîkayên her cure qirkirina fizîkî, çandî û berdewamkirina polîtîkayên qirkirina jinê; bi berpirsyariya hevpar a bi hemû beşên civakê re di avakirina pêşerojê de; Em alîgiriya çareseriyê weke berpirsyariya xwe ya sereke dibînin.   Tecrûbeyên dîrokî pêkan e   Dijminatiya ku bi salan e li dijî Gelê Kurd û jinan pêk tê li ser gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin, ev jî astengiya herî dijwar e ku divê ji holê bê rakirin, em dizanin ku fikrên birêz Ocalan û deriyê ku li ser rêya aştiyê vekiriye, ji bo jin û gelan hêvî ye. Li aliyekî divê em vê hêviyê bi parêzin û mezin bikin li aliye dinê jî em dizanin ku ev yek bi avakirina aştiyeke mayînde ya ku gelên Tirkiyeyê bi tevahî dihewîne, bi sûdwergirtina ji zanyariyên serdemên borî û tecrûbeyên dîrokî pêkan e.   Domandina polîtîkayên tecrîdê   Bi vê hayê û hişmendiyê em aşkere dibêjin; tecrîd ne tenê rê û rêbaza desteserkirina qadên azadiya hemû gel û jinan e, di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ku muxatabê çareseriyê ye, di heman demê de dîmeneke zelal a hewldanên tecrîdkirina aştî, hêvî û demokrasiyê ye. Em dizanin ku polîtîkayên tecrîdê yên ku hemû civak dorpêç kiriye, bi berxwedana gel, jin û hemû hêzên demokratîk ên bi pêşengiya jinan hatiye şikandin.   Divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê    Ji bo ku pêvajo bi awayekî ewle û bi bawerî bimeşe, weke berpirsyariyeke dîrokî divê di zûtirîn demê de azadiya Birêz Ocalan pêk were. Bi vî awayî li dijî şer, destpêka pêvajoya aşitiyê jî pêkan e. Bi vî awayî wê aşitiyeke mayînde pêk were.  Avakirina aştiyeke mayînde û azadiya jinê ya li ser vê axê, tenê bi pêvajoyeke muzakereyê ya ku nûnertiya hemû aliyên civakê û birêz Ocalan jî di nav de ye, pêkan e.   Em nikarin pirsgirêkan paşguh bikin   Ger wiha nebe, wêraniya ku ji ber polîtîkayên kronik ên xitimandinê yên li ser xaka Tirkiyeyê pêk tên, ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji aboriyê heta hişmendiya demokrasiyê wê li hemû qadên jiyanê belav bibe û hîn kûrtir bibe. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de xizaniya ku bandorê li hemû beşên civakê dike kûrtir bû, gel bi birçîbûnê re rû bi rû hate hêştin, pergala serdest a mêr hate xurtkirin, polîtîkayên tenduristî û perwerdehiyê yên ku adil û wekhev nînin berdewam dikin. Ji ber vê yekê em nikarin van pirsgirêkên ku civakê dîl girtiye paşguh bikin,  ji polîtîkayên bêçareseriyê cuda binirxînin.   Helwesta ku wê di pêşerojê de ji gel û jinan re serkeftinê bîne;   * Helwesta bi israr û bi biryar wê xeta demokrasiyê ya li Tirkiyeyê pêş bixe û berfireh bike.   * Helwesta ku me jinên Kurd û jinên cîhanê bîne cem hev, parastina Rojava û pergala jinê ya li Rojava hatiye avakirin e.    * Helwesta ku li ser bingeha azadiyê, di nav Kurdan de yekîtiya netewî pêk bîne ev e.   * Bi modela rêveberiya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdêlên giran hatiye avakirin Êzidî, Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Tirkmen li herêmê bi hev re dijîn, helwesta dilsoz a ku wê di avakirin û domandina pergalê de bê nîşandin ev e.   Pênaseya pêşeroja xwe ava bikin   Bê fikar em jin dê pêşengiya van hemûyan bikin;   Em weke Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk soz didin ku bi vê bawerî û îradeya em ê di pêşerojê de li her bajarî komîsyonên jinan ava bikin û bi civînên jinan em ê rêxistinbûna jinan xurtir bikin, bi naskirina dîroka xwe, bi vê ferasetê hebûna xwe ji nû ve pênase bikin û li ser vê pênaseyê pêşeroja xwe ava bikin û azadiya jinê derxin holê.    Em diyar dikin ku em ê li dijî şer aşitiyê, li dijî desthilatdariya mêr em ê bi hev re paradîgmaya azadiya jinê ava bikin û diyariyê hemû jinên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, jinên ku di girtîgehan de ne û jinên  bûn û jinên ku mehkûmê sirgûnê ne, dikin.”