Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin 2025-01-15 14:26:33       NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta Tirk 300 metre nêzî Bendava Tişrînê bombe kirin.   Çalakiya nobedê ya gel a li bendava Tişrînê di roja xwe ya 8’an de didome, êrİşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê jî didomin.   Di van kêliyan de balafirên dewleta Tirk 300 metre dûrî beşa tijî-derxistin ku beşa sereke ya Bendava Tişrînê ye, bi balafirên şer êrişek hewayî pêk anîn.   Liv û tevgera balafirên şer hê jî didome, der barê êrişê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.